Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de Herî Kêm 20 Kes li Afganistanê Hatine Kuştin


Di wêneyeke ji arşîvê de, piştî êrîşeke xwekuj
Di wêneyeke ji arşîvê de, piştî êrîşeke xwekuj

Reuters’ê ragihand ku îro Pêncşemê, li Laşkar Gah ya Helmand ya li başûrê Afganistanê, bi peqîna wesayîteke bombebarkirî, sîvîl û hêzên ewlekarîyê di nav de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Berdevkê Walîyê Helmandê Omer Zwak da zanîn ku bi kêmî ve 20 kes hatine kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûne. Zwak dîyar kir ku peqîn li pêş şaxeke New Kabul Bank pêk hatîye ku di nav kuştîyan di hin karmendê bankayê jî hene.

Berpirsîya peqînê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe, lê tê zanîn ku DAIŞ û Talîban hin caran êrîşan li dijî bankayan pêk tînin.

Meha borî, di êrîşeke li bankayeke Gardez ya li rojhilata Afganistanê herî kêm 3 kes hatibûn kuştin û jimarek kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG