Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Afganistanê û Talîban Dê Danûstandinên Aştîyê Bidomînin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hikûmeta Afganistanê û Talîban dê danûstandinên aştîyê bidomînin.

Reutersê ew nûçe ji zarê Al Jazeera ya Qatarê ragihand.

Şandeyên hikûmeta Afganistanê û Talîbanê, ku ji roja Şemîyê vir ve li Doha ne, ser danûstandinan daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Li gor daxuyanîyê, her du alî heta lihevkirin çêdibe dê di asta bilind de danûstandinan çêkin.

Her du alîyan herwiha li hev kirine ew rê vekin ku pirtir alîkarî bigêhîjin Afganistanê.

XS
SM
MD
LG