Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Afganistanê û Talîban li Rojavayê Welêt li Hev Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestên li rojavayê Afganistanê ragihand ku wan û Talîbanê bo agirbestê danûstandin kirine.

Walîyê eyaleta Badgisê Husamudîn Şems ji Reutersê re dîyar kir ku rûsipîyên herêmê bo agirbestê navbeynkarî çêkirine.

Şems da zanîn ku 10 rûsipîyên herêmê bo agirbestê berpirsî girtine ser xwe û ew berê bi Talîbanê re dûre jî bi rêvebirîya herêmî re axifîne.

Talîban bo li Qala New ya paytexta Badgisê bi cîh bibe bi rûspirîyan re li hev kir.

Berdevikê Talîbanê dîyar kir ku wan agirbest qebûl nekiriye, lê bo sîvîl neyên kuştin ew ji navenda Badgisê derketine.

XS
SM
MD
LG