Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahiyek li Afganistanê Dibe Armanca Peqînekê Herî Kêm 6 Kuştî Û Hejmarek Birîndar Hene


Arşîv
Arşîv

KABUL- Berpirsên Ewekariyê roja Yekşemê dan zanîn ku herî kêm 6 sivîl hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne, dema guleya hawenê ketî di malekê de ku şaiya dawetê hebû li bakur li herêma Kapisa.

Peqîna gulleya hawenê şeva Şemiyê rûdaye li devera Tagab ku nihe şer û alozî di navbera hêzên hikûmeta Afganî û tevgera Talîbanê de dom dikin.

Şayeq Şoreş, peyvdarê polîsên herêmê, Talbîban bi êrîşa li dij sivîlan tawanbar kir û got, di nava qurbaniyan de jin û zarok hene.

Berpirsekê payebilind yê ewlekariyê li Kabul texmîn kirîye ku hejmara kuştiyan 10 kes û ya birîndaran 18 kesin.

Peyvdarê bi navê Talîbanê red kirîye ku wan êrîş kirbe, ew dibêje, guleya hawenê ji aliyê hêzên Afganî ve hatiye avêtin.

Pir caran sivîlên Afganistanê dibin qurbana şer û pevçûnan, jiber ku dikevin navbera agirê hêzên hevdij.

Tundûtûjî li seranserî welat zêdebûne, piştî ku Washington li meha borî plana vekişandina hêzan ji wî welatî ragihandî ku heta 11 Septemberê dê hêzên Amerîkî li Afgansitanê nemînin.

Netewên Yekbûyî meha borî ragihand bû ku nêzî 1800 sivîlên li Afgansitanê hatine kuştin yan birîndar bûne, di maweyê 3 mehan destpêkê yên sala 2021ê de, di dema ku şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên Talîbanê de, herçende hewildanên çareseriya aştiyane hebûn jî.

Li gor raporta salane ya Komîta Mafên Mirov ya Afganistanê li sala borî ya 2020ê de, 8500 kesên sivîl bûne Qurbana şer û pevçûnan di nava qurbaniyan de 2958 kes hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG