Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dawiyeke Trajîk Û ji Nişkave Bo 'Şerê Hetahetayî' li Afganistanê


Çekdarê Talîban tevî rokêtê li derveyî avahiyê Wezareta navxweyî li Kabul, 17ê Tebaxê, 2021.
Çekdarê Talîban tevî rokêtê li derveyî avahiyê Wezareta navxweyî li Kabul, 17ê Tebaxê, 2021.

Qolincên dawî yên beşdarîya leşkerî ya Amerîka ya 20 salan li Afganistanê dîyar dikin ku ev şerê gelek Amerîkîyan dixwest jibîr bikin, nuha êdî dê di bîra giştî ya Amerîkayê de bimîne, wekî çawa ketina karesatî ya Saigon sala 1975ê.

Serokê Amerîka Joe Biden heta Tîrmehê jî soz dida ku vekêşana hêzên Amerîkî dê bi awayekî ewle û rêkûpêk bicîh were. Lê li şûna wê serûbinî hate holê, piştî ku çekdarên Talîbanê bajar bi bajar xistin di nav çend rojan de xistin bin kontrola xwe û dawî jî bê berxwedan 15ê Tebaxê destên xwe danî ser Kabula paytext.

Li dema ku diplomatên Amerîkî belgeyên hestiyar li balyozxaneyê şewitandin, hêzên Amerîkî hatin şandin bo Afganistanê da ku balefirgehê biparêzin. Gelek sivîlên Afganî jî berê xwe dabûn balefirgehê bi hêvîya ku bi balefirekê ji welêt derkevin. Bi kêmî heft kes mirin, hinek ji wan piştî ku xwe bi balefireke leşkerî ve daliqandibû, ketin xwarê.

Dawî hefteya borî, rêvebirîya Biden planeke zelal nebû ku çawa hemû welatîyên Amerîkî bi ewlehî ji Kabulê derxîne, ji xwe ji pêvî bi hezaran Afganîyên ku ligel leşkerên Amerîkî kar dikirin. Ev Afganî êdî ditirsin ku Talîban tola karkirina bi Amerîkîyan re ji wan hilîne.

Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Doh Duşemê, Biden li Koşka Spî gotarek derbarê vê krîzê pêşkêş kir. Wî pênasîn bi wê yekê kir ku nedihate çaverê kirin ku hikûmet û hêzên ewlekarîya Afganî bi vê lezê werin roxandin.

Wî herwiha piştrast kir 6,000 hêzên Amerîkî hatine şandin bo Kabulê da ku alîkarîya derxistina karmendên Amerîkî, hevalbend û Afganîyan bikin, di nav de jî wergervanên Afganî xwedîyên Vîzayên Koçberîya Taybet (SIV).

Biden got, “di rojên pêş de, ewê artêşa Amerîkî alîkar be da ku bêtir Afganî ku SIV bi wan re hene û malbatên wan ji Afganistanê derxîne. Em herwiha programa penaberan berfireh dikin da ku Afganîyên ligel balyozxaneya me û rêxistinên Amerîkî yên ne hikûmî kar dikirin, werin derxistin.”

Lê belê, Biden berevanîya biryara xwe ya vekêşanê kir û rexne li rêvebirîya sivîl û leşkerî ya Afganistanê kir.

Serokê Amerîkî got, “rêberên sîyasî yên Afganistanê radest bûn û ji welêt revîyan. Artêşa Afganî hate roxandin, carna bêyî ku şer jî bikin. Pêşketinên hefteya borî tekez dikin ku dawîkirina hebûna Amerîka ya leşkerî li Afganistanê biryareke rast bû. Leşkerên Amerîkî nikarin û nabe di şerekî de şer bikin û bimirin ku hêzên Afganî bixwe ji bo xwe şer nakin.”

Ketina bi temamî ya hikûmeta û hêzên Afganî bû sedem ku şerê Afganistanê careke din were nirxandin.

Wezîrê berê yê berevaniyê Chuck Hagel meha 5, 2015. REUTERS
Wezîrê berê yê berevaniyê Chuck Hagel meha 5, 2015. REUTERS


Chuck Hagel, wezîrê berevanîya Amerîka ji 2013 heta 2015ê, di hevpeyvînekê de ligel televizyona CNN got ku Amerîka ji destpêkê ve dîroka Afganistanê tê negihiştibû.

Hagel got, “Me qet çand û ol û eşîretîya wan fêm nekir. Ev tiştekî bêbext û xemgîn e.”

Ji wexta ku Amerîka Talîban ji desthilatê sala 2001ê avêtibû, 2,448 Amerîkî di şerê Afganistanê de hatine kuştin. Lêkolerên Amerîkî li Zanîngeha Brown texmîn dikin ku 241 hezar kes ji wê çaxê ve li qadên şer li Afghanistan û Pakistanê mirine, di nav wan de jî 71 hezar sivîl.

Amerîka dora du trîlyon dolar xerc kir da ku Afganistanê ji nû ve wekî demokrasîyeke Rojavayî ava bike, lê hinek rapirsînên vê havînê hatibûn wergirtin, nîşan didin ku piranîya Amerîkîyan piştgirîya biryara Serok Biden dikin ku leşkerên Amerîkî ji Afganistanê derkevin.


Michael O’Hanlon, pirsporê li Enstituya Brookings li Washingtonê, ji Dengê Amerîka re got, “raya giştî ya Amerîkî ji zû ve nema girîngî dida vî şerî. Ji wexta roxandina Talîbanê sala 2001ê, ev şer ne girîng bû bo gelek kesan. Tenê di dema hilbijartinên serokatîyê de sala 2008ê behsa wî bû. Ew bi xwe jî ne cihê nêrînên cuda bû.”

Çar serokên Amerîkî, George W. Bush, Barack Obama, Donald Trump û nuha jî Biden, hewil dan ku alîkarîya hikûmeta Afganî bikin ku rê li ber xirabkaran bigirin.

Piştî Bush yê Komarî sala 2009ê ji desthilatê derket, Obama yê Demokrat jimara hêzên Amerîkî li Afganistanê di çar salên xwe yên pêşî de zêde kir. Hebûna Amerîkî di wê qonaxê de gihişt 100 hezar leşkerî, berî ku Obama careke din jimara wan kêm bike.

Trumpê Komarî kempeyna xwe ya serokatîyê li ser bingeha dawîkirina “şerên hetahetayî” ava kir. Destpêkê wî got ewê hemû hêzên Amerîkî vegerîne Amerîkayê. Lê paşê wî planên xwe guhert ji tirsa ku Afganistan bibe “valahîyek” ku bala grûpên terorîst bikişîne.

Di gotarekê de li 22ê Tebaxa 2017ê, Trump got ku “vekêşaneke bilez dê valahîyekê peyda bike ku terorîst, di nav de jî DAÎŞ û el Qayîde, yekser dagirin, wekî çawa berî 11ê Êlonê bû.”

Jina Afganistanî Zarmina Kakar ya çalakvan mafan jiber rewşa welatê xwe digirî, Associated Press in Kabul.
Jina Afganistanî Zarmina Kakar ya çalakvan mafan jiber rewşa welatê xwe digirî, Associated Press in Kabul.

Lê belê, di buhara 2020ê de, Trump rêkeftinek ligel Talîbanê kir ku tê de soza da hemû hêzên şerker yên Amerîkî ji Afganistanê heta buhara 2021ê vekişîne. Rêvebirîya Biden jî ev soz gihand dawî.

Nîsana vê salê, Bidenê Demokrat ku hema wê hemû hêzên Amerîkî berî 11ê Êlona 2021ê ji Afganistanê derkevin.

Biden wê çaxê got, “em nikarin prosesa berfirehkirina hebûna me ya leşkerî li Afganistanê berdewam bikin û hêvî bikin ku şert û mercên baş ji bo vekêşanê peyda bibin û encameke din çaverê bikin. Ez nuha êdî çaremîn serokê Amerîkayê me ku serkêşîya hebûna hêzên Amerîkî li Afganistanê dikin: du Komarî û du Demokrat. Ezê vê berpirsîyê nedim serokê pêncemîn.”

XS
SM
MD
LG