Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salekê Piştî Deshilata Talîbanê Rewşa Jinên Afganîstanê


FILE - Afghan women and girls shout slogans demanding the reopening of high schools for girls during a demonstration in front of the Ministry of Education in Kabul, March 26, 2022.
FILE - Afghan women and girls shout slogans demanding the reopening of high schools for girls during a demonstration in front of the Ministry of Education in Kabul, March 26, 2022.

Dema ku Amerîka û hêzên din yên navneteweyî di 15ê Tebaxa 2021ê de ji Afganîstanê vekişiyan û hebûna leşkerî ya 20 salan bi dawî kirin, Talîbanê derdora paytext Kabulê dorpeç kiribû. Dîmenên neçarî li balafirgeha Kabûlê yên ku kesên ku hewl didin ji welêt derkevin, di dema ku mîlîtanên Talîbanê paytext Kabûl digirtin, di nûçeyen navnetewî de cihekê mezin girt. Kesên ku bi welatên rojavayî, rêxistinên sivîl û hikûmeta Afganîstanê re xebitîn, ji bo ku ji cezayên çaverekirî yên di destê Talîbanê birevin, bazdan ber bi balafirgehê.

Çalakvanên jin di nav wan kesan de bûn ku hewl didan ji welatê xwe birevin û nexwastin ku vegerin salên 1990an ya Afganîstanê dema ku Talîban li ser desthilatdariyê bû. Lêbelê, welatek bi tevahî nikare di balafiran de cîh bigire ku piranîya wan ne xwediyê civateke li derve bûn ku xwe bigihînin ewlehiyê an ji paşerojekê baştir. Gelek ji wan jinan li paş de man. Yên ku li Afganîstanê man, roj be roj qedexeyên ku di bin desthilatdarîya Talîbanê de li ser jinan hatine ferz kirin dibînin.

Zareen Taj, çalakvan, nivîskar û xwendekarê doktorayê li Zanîngeha Maryland, Baltimore County (UMBC) ku li ser jinên Hazara lekolînan dike di hevpeyvîna Dengê Amerîkayê de dibeje, pêşkeftinên ku jinên Afganî ji salên 2001an vir ve li Afganîstanê pêk anîn, hemî di şevekê de bi vekîşina hezên navnetewî winda bû tewî ku jinên Afganî berîya vekişandinê han dabûn hezên navdevletî ku Talîban neguherîye. Zarîn Taj dibeje tiştê ku civaka navdewletî bala xwe dayê burqa bû, lê wan negehiştin ew rastîye ku jinên Afganî ne heman jinên salên 1990î bûn. Talîban hezekê wekî xwe ye, lê jinan xwe guhertin. Jinên Afganîstanê bûn peşenga civaka sivîl, perçeya medya, medyaya civakî, çalakiyên mafên jinan yên wekî avakirina stargehan, têkoşîna li dijî tundî ya nav malê. Zareen Taj, jinên Afganîstanê wekî 'hêza nerm' (soft-power) pênase dike lê kesên ku ji bo hikûmeta Afganîstan û civaka navneteweyî dixebitin 'hêza bihêz' in (hard-power). Jinan serkeftin bi dest xistine ku bûne seroka yekem a Wezareta Karûbarên Jinê ya Afganîstanê, yekem seroka Komîsyona Mafên Mirovan, û yekem parêzgara jin ya parêzgehekê, û yekem şaredar.

Zareen Taj
Zareen Taj

Zareen Taj dibeje; "Mixabin, piraniya pêşveçûnên jinan - bi taybetî jinên kemanî yên Hazara - di şevekê de winda bûne. Gelek ji van pêşengên wêrek bi bêdilî xwe veşartibûn dema ku Talîban di meha Tebaxê de bi ser hikûmetê de girt; niha her roj ji bo jiyana xwe têdikoşin. Niha jîyana wan jinên peşeng, li çar aliyê welat di xeterîyê de maye.”
Ew her wiha dibêje ku jinên bi karên profesyonel, çalakvan û endamên pekhateyên kemanî yên etnîkî yên wekî Hazara di bin desthilatdarîya Talîbanê de di bin metirsîyek mezin de ne.

Berxwedana Jinên Afganîstanê
Bi despêka desthilata Talîbanê ya sala par vir ve, jin û keçên Afganistanê rûbirûyê qedexeyan man. Çûna keçên Afganî li dibistanê piştî hat qedexekirin, jin neçar bûn ku rûyên xwe di nav civakê de bigirin, ew êdî nedikarin di her karekî bikin, heya ku ew ji bo wezareta perwerde, tenduristî û çend rêxistinên din ên ku ji hêla rêvebirên Talîban ve hatine destnîşankirin nebin.

Heather Barr, Rêvebira Hevkar ya Beşa Mafên Jinan ya rêxistina navdar a mafên mirovan HRW dibêje, Talîban statûya jinan li ser maseya danûstandinan li gel civaka navdewletî bikar anî û sozên derew dan û got ku ew ê rêzê li mafên jinan bigirin, tevî hişyariyên jinên Afganî li berîya 15’ê Tebaxê ku Talîban tevahîya welat kontrol bike. Li gorî rapora herî dawî ya Rêxistina Amnesty International ku di Tîrmeha 2022’an de hatîye weşandin, jin li Afganîstanê bi girtinên bi ser û ber, windakirin, êşkencekirinê di bin xeterîyekê mezin de ne û rewşa wan di raportê de wekî “Mirinekê Hêdî” tê binavkirin.

“Taliban mafên jin û keçan yên xwendin, kar û tevgera azad binpê kirine; sîstema parastin û piştgiriya ji bo kesên ku ji tundiya nav malê direvin xerab kirî ye. Jin û keç ji ber binpêkirinên biçûk desteser kirîye û buyê yek sedêmên zedebûna rêjeya zewaca zarok, zû û bi zorê li Afganistanê.”

Rêxistina Amnesty International bang li civaka navneteweyî dike ku ji ber kiryarên Talîbanê li diji mafê jinan, encaman bisepîne, wekî cezayên qedexeyên rêwîtiyê yên ku bi biryara Ciwata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatine sepandin. Her wiha, di banga xwe de Amnesty dibeje, beyî xeterîkirina jiyana xelkê Afganî bi giştî, divê Talîban ji ber kiryarên xwe yen li diji jinan tawanbar were ditin û rûbirûyê encamên wan de bimine. Ji aliyê din ve, dewletên ku alîkarîya Afganîstanê dikin divê bi lezgînî kirîza mirovî û aborî ya ku li Afganîstanê derketiye holê, ku rola wan di afirandina wê de hebû, û ku mafên jin û keçan jî binpê dike, çareser bikin.

Ji aliyê din ve Zarîn Taj dibêje; “Piştî bidestxistina Kabûlê, mezintirîn tevgera jinan li hundir û derveyî Afganîstanê ji aliyê jinên Afganî ve hatiye avakirin. Li Afganîstanê li dijî zordarîyê, jin li ber xwe didin. Pirsgirêka herî mezin a Talîbanê berxwedana jinan ya li Afganîstanê ye."

XS
SM
MD
LG