Berpirsekî Afghanistanê dibêje teqîneke li ser rê herî kêm 2 sivîl kuştin li parêzgeha Qendehar a başûrê welêt.
Peyvdarê wezareta navxweyî Nesret Rehîmî îro Şemiyê got 5 kesên din jî birîndar bûn di teqîna navçeya Spin Boldak de.
Ta niha kesekî berpirsiyariya teqînê nedaye ser milê xwe, lê tevgera Talîbanê li parêzgehê çalakdar e û berê berpirsiyariya teqînên wiha ragihandiye.
Firdaus Faramarz, peyvdarê serokê polîsê Kabulê got roja Înê êvarê du teqînên din li Kabulê bûn lê ti ziyan tê de nebûn.
Peyvdarê Talîbanê Zebîhullah Mujahid berpirsiyariya êrîşên Kabulê ragihand.
Di demekê de ku amadekariyên hilbijartinên serokatiyê li Afghanistanê dibin, êrîşên çekdaran berdewam in, bi taybetî piştî têkçûna axaftinên aştiyê di navbera Amerîka û Talîbanê de.