Berpirsekî Afganistanê dibêje di encama teqînekê de li bakurê rojhilata welêt herî kêm 13 kes hatin kuştin, ku di nav de sivîl û hêzên ewlekariyê hebûn.
Teqîn di nav rêveçûneke hilbijartinan de bû.
Xalid Aser, peyvdarê polîsê parêzgeha Taxar dibêje 32 kesên din jî birîndar bûn, dema teqîna bumbeyê, ku bi riya motosîklekê bû li nêzîkî cihê komûna xelkê li navçeya Rustaq.
Êrîşa îro Şemiyê pêk hat berî ku kandîda hilbijartinên roja 20 vê mehê Nazefa Yûsifî Beg bigihe cihê kombûnê.
Ev ne êrîşa yekem e di helmeta hilbijartinên parlemanî yê Afganistanê de yên îsal de. Hefteya borî, di êrîşekê de kandîdek li parêzgeha Helmand hatibû kuştin.
Kesekî berpirsiyariya êrîşa îro neda ser milê xwe, lê çekdarên Talîbanê li parêzgehê çalakdar in û berê wan berpirsiyariya êrîşên wiha ragihandiye.