Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Afghanî Dibêje Komandarekî Leşkerî di Teqînekê de Hate Kuştin


Berpiersekî Afghanistanê dibêje teqîna bumbeyekê li ser riyeka parêzgeha Helmand a başûrê welêt du endamên ewlekariyê kuştin ku yek ji wan komandar bû.

Peyvdarê parêzgarê Helmand Omer Zwak îro Şemiyê got bumbeya navçeya Marjah du berpirsên din ên ewlekariyê û peyamnêrekî tilfizyonê birîndar kirin dema ew bi karwanekî de teqiya.

Zwak got diyar e êrîşê komandarê yekîneya sînorî general Zahir Gul Muqbil kiribû armanc, ku di teqînê de hate kuştin.

Wî got peyamnêrekî tilfizyona Şamşad bi navê Seredar Mihemed Serwarî di nav kesên birîndar de bû ku li gel hêzên ewlekariyê bû di operasyona Marjah de.

Peyvdarekî Talîbanê bi navê Qarî Yûsif Ehmedî, berpirsiyariya êrîşê ragihand. Talîban piraniya parêzgeha Helmand kontrol dike.

XS
SM
MD
LG