Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afghanistanê Du Postên Girîng Dide du Rikberên Pakistanê


Serokê Afghanistanê Ashraf Ghani
Serokê Afghanistanê Ashraf Ghani

Serokê Afghanistanê Ashraf Ghani îro Yekşemê du dijberên Pakistanê ji bo du postên herî sereke yên ewlekariyê destnîşankirin, ku behtir hewlên Amerîka yên vejandina axaftinên aştiyê li gel Talîbanê rastî dijwariyan dike.

Ghani ragihand ku wê Amrullah Saleh bibe wezîrê navxweyî û Asadullah Khaled bibe wezîrê berevaniyê.

Herdû jî berpirsên agahdariyê ne û wan Pakistan tawabar kiriye ku wê hîştiye çekdarên Talîbanê di van salên dawî de bihêz bibin.

Divê parlemana Afghanistanê destnîşankirina wan erê bike da ku bi fermî postên xwe wergirin.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka dê havîna bê 7,000 leşkerên xwe ji Afghanistanê vekişîne.

XS
SM
MD
LG