Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Çalakîyek Jinên Afgan bo Piştgirîya Protestoyên Îranê Asteng Kir


Jinên Afgan li pêş balyozxaneya Îranî li Kabulê. 29'ê Îlon, 2022.
Jinên Afgan li pêş balyozxaneya Îranî li Kabulê. 29'ê Îlon, 2022.

Komeke jin li paytexta Afganistanê, Kabul, roja Pêncşemê daketin kolanan da ku piştgirîya xwe bo protestoyên Îranê nîşan bidin, berî ku ji alîyê deshilatdarên Talîbanê ve werin belavkirin.

Ev çalak di demekê de hat ku xwepêşandan li welatê cîran, Îran, didomin piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ji alîyê polîsê exlaqî yê Îranê ve.

Hinek dîdevanan li Kabulê got ku dora 30 çalakvanên jin li derveyî Balyozxaneya Îranê kom bûn û bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî!” piştgirîya xwe jibo jinên Îranê derbirîn kir.

Wan herwiha bi sloganên “Îran rabûye. Niha em di sirê de ne!” û “Ji Kabul heta Îranê, ji dîktatorîyê re bêjin na!” bang kir.

Lê hêzên ewlekarîya Talîbanê pankartên xwepêşanderan ji wan standin û gule ber bi esmên ve teqandinan da ku jinan belav bikin.

"Jineke Afgan ku beşdarî xwepêşandana Kabulê bû, bêyî ku navê xwe eşkere bike," got ku em piştrast in ku rojekê ewê gelê me jî bi heman şêweyî wekî gelê Îranê rabe.

Li Afganistanê jî, ji wexta ku koma Talîban berî bêtirî salekê desthilat kontrol kiriye, wan jin neçar kiriye ku rû û porên xwe binixumînin. Talîban herwiha gelek qanûnên tund dijî mafên jinê danîye.

XS
SM
MD
LG