Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî: Sê Kes Di Teqînan De Li Afghanistanê Hatine Kuştin


Du çavkaniyên bajarê Jalalabad yê rojhilata Afghanistanê got zincîreyek teqîn îro şemiyê li bajêr bûn û di encamê de herî kên sê kes hatin kuştin û dora 20 kesan jî birîndar bûn.

Çavkanîyan ji ajansa Reutersê re got pênc teqîn bûne û wan agahî ji nexweşxane û gewahîderan wergirtin.

Çavkanîyekê got hin endamên Talîbanê jî rastî ziyanan hatin. Çavkaniya duyem got bumbeyan erebeyên Talîbanê kirin armanc.

Ajansa Rueters dibêje wê hewl da bi peyvdarê Talîbanê re li dor van teqînan biaxive lê pêwendî nebû.

Ta amadekirina vê raportê ti alîyekî berpirsiyariya teqînan nedaye ser milê xwe.

Jalalabad paytexta parêzgeha Nangarharê ye, ku bingeheke bihêz ya grûpa dewleta Îslamî ye.

Tê zanîn, grûpa Dewleta Îslamî berpirsiyarîya teqînên roja 26ê Tebaxê li firokxaneya navnetewî ya Kabulê dabû ser milê xwe, ku di encamê de 180 kes hatin kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG