Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Mîlîtanek 9 Hevalên Xwe Dikuje


Berpirsekî Afganî gotmîlîtanekî Afganistanê îro Şemiyê hevalên xwe gullebaran kirin û di encamê de 9 kes ji wan kuştin.

Tevgera Talîbanê idîaa kir ku ew rûdan êrîşeke çekdarî ya pilankirî bû li dijî xaleke vekolîne ya mîlîtanên alîgirên hikûmetê, cihê ku gullebaran lê bû, û wan bêhtirî 24 mîlîtan kuştin, li gor peyvdarê Talîbanê Zebîhullah Mujahid.

Peyvdarê wezareta derve ya Afganistanê Fawad Aman got vekoler hîn li dor êrîşa navçeya Karabax a parêzgeha Gazni vekolînan dikine.

Mîlîtanên Afganî operasyonan li cihên di bin komandariya hêzên Ewlekariya Niştimanî de dikin, ku bi awakî rojane rastî êrîşên Talîbanê tên.

Talîban niha bêhtirî nîva Afganistanê kontrol dike.

XS
SM
MD
LG