Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistan û Pakistanê Erdhejeke Hêzdar Hate Tomarkirin

Navenda Jeolojîk a Deryaya Spî ya Ewropî (EMSC) ragihand ku erdhejeke bihêz îro Şemîyê li herêma Hindu Kush a Afganistanê çêbû û lerzîn ji paytexta welêt Kabûlê heta sînorê Pakistanê jî hatin hîskirin.

Danîyal Ehmed, ku rûniştvanê devera Swat a herêma Xeyber Paktunxwa ya bakurê Pakistanê ye, ji ajansa Rueters re got ku xelk ji tirsê ji malên xwe revîyan.

Heta niha ti agahî derbarê qurbanîyan nehatine bidestxistin.

Ehmed herwiha got ku “Li vir li Swatê lerzîn pir mezin bû û demeke dirêj dom kir.” Wî da zanîn ku “Xelk ji malên xwe derketin û jin û zarok ji tirsê digirîyan.”

EMSC got ku erdheja bihêz a 6 pile bi kûrahîya 100 km bû.

EMSC da zanîn ku îro Şemîyê li Pakistanê jî erdhejeke din bi pileya 5.4 qewimî.

Ev yek tê sê rojan piştî ku du erdhejên mezin li Venezuelayê bûn sedema mirina dora hezar kesî û birîndarbûn û windabûna bi hezaran kesên din.

This item is part of
XS
SM
MD
LG