Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Afghanistanê Dibêje Xema wê Hilbijartin e Bêhtirî ku Rêkeftina Aştiyê be


Berpirsekî Afghanistanê dibêje xema hikûmeta wî ya sereke ew e lidarxistina hilbijartinan di vê mehê de, bêhtirî ku ew gihîştina rêkeftinekê be li gel çekdaran.

Peyvdarê serokatiyê Sedîq Seddîqî roja Şemiyê got ku rêkeftineke rewa ya aştiyê li gel tevgera Talîbana Afghanistanê dikare tenê piştî hilbijartinên serokatiyê pêk bê. Biryare hilbijartin roja 28ê mehê bibin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji nişkave axaftinên li dor rêkeftineka li gel Talîbanê hefteya borî bidawî anîn.

Hilbijartinên Afghanistanê bi berferehî pêşbîn bûn ku bêne paşxistin eger rêkeftinek di navbera Amerîka û Talîbanê de bibûya.

Hikûmeta Afghanistanê bi giştî li derveyî guftûgoyên Amerîka û Talîbanê bû.

XS
SM
MD
LG