Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Plan Dike Bingehên Biyanî yên Berê Bike Herêmên Aborî yên Taybet


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Rêvebiriya Talîbanê dê kar bike da ku bingehên leşkerî yên biyanî yên berê bike herêmên aborî yên taybet ji bo karsazan, cîgirê serokwezîr yê bi wekalet ji bo karûbarên aborî roja Yekşemê di daxuyaniyekê de got.

Wezîrê bazirganiyê yê bi wekalet di Kanûnê de ji Reutersê re gotibû ku wezareta wî li ser plana bingehên berê yên Amerîkî kar dike û dê vê planê pêşkêşî komîteya aborî ya bi serokatiya cîgirê serokwezîr yê bi wekalet Mela Abdul Ganî Beradar bike û ji bo erêkirinê pêşkêşî civata wezîran bike.

Mela Beradar di daxuyaniya xwe de wiha got: "Piştî gotûbêjeke berfireh, biryar hat dayîn ku wezareta pîşesazî û bazirganiyê bi mebesta veguhestina navendên leşkerî yên hêzên biyanî bo navçeyên taybet ên aborî, gav bi gav kontrol bike."

Wî got di çarçoweya planeke destpêkê de, ew dê dest bi veguhestina bingehan li Kabula paytext û li bakurê parêzgeha Belxê bikin.

Aboriya Afganîstanê tengav bûye, û ajansên alîkariyê hişyariya qeyranek mirovahî ya giran didin ji dema ku Talîban di sala 2021an ve desthilat wergirt, di demekê de ku leşkerên biyanî piştî 20 salên şer vekişiyan.

Hatina Talîbanê ya ser desthilatê bû sedema qutkirina piştgiriyên darayî yên geşepêdanê, cemidandina sermiyanên biyanî yên banka navendî û cezayên li ser kerta bankan.

Biryara rêveberiya Talîbanê ya qedexekirina piraniya xebatkarên sivîl ên jin ji kar, sala borî bû sedem ku gelek ajansên alîkariyê beşekî operasyonan rawestînin di demekê de ku bi mîlyonan kes pêwîstî bi alîkariyên mirovî hene.

Talîbanê got ku ew balê dikişînin ser xurtkirina xweragiriya aborî bi rêya bazirganî û weberhênanê. Hin sermayedarên biyanî nîgeraniya xwe li ser çend êrîşan diyar kir, di nav de jî li ser otêleke ku karsazên Çînî lê bûn û Dewleta Îslamî berpirsiyariya wê da ser milê xwe.

Lê Banka Cîhanî her weha destnîşan kir ku hinardekirin zêde bûye, û rêveberiya Talîbanê di sala 2022an de karibû seqamgirîya dahatan biparêze.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG