Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Di Mijara Perwerdekirin û Karkirina Keç û Jinan De Digûhere


Di hevpeyvinekê taybet de, yek reberê herî bilind ya Taliban dibeje ku desthilatdarîya wan bibiryarin li ser mijarên perwerdekirin û karkirina keç û jinan. Hejayî gotineyê ku ew gûhertinekê mezine li hemberî helwesta Talîban ya berê di demekê de ku bi mîlyonan Afganî beçarê li benda alîkarîya cîhanê ne.

Wezirê Derveyê Afganistanê Emîr Khan Muttaqî ji ajansa Associated Press re got ku hikûmeta Taliban dixwaze tekîlîyên xwe bi welatên din re baş bike û bi Amerikayê re ji nexwaze bikeve di nav alozîyê de.

Ew her wiha bang li Washington û welatên din kir ku peraya Afganîstanê ya bi 10 milyar dolarî ku ji 15e Tebaxê vir ve bi despêka desthilatdarîya Taliban hatîye cemîdandin, behelin ku bigihejê destê wan.

Muttaqi di hevpeyvinekê roja Yekşemê de got ku toleyên li diji Afganistanê alîkarîya welatê wan nake.

XS
SM
MD
LG