Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqinin Afxanistanê Koştî û Brindaran Bixwe ve Digre


Karbidestên basorê Afxanistanê dibêjin, bi kemi ve 4 kesan jiyana xwe ji destdan û pitîr ji 30 kesên din di Dû peqinan da lidema pêşengeheka çandinê brindar bûn.

Hevdem digel agengên sere salê, desthelat darîya Afxanistanê ragehand, peqin li Leşker Gah paytextê herêma Helmend hatine pêkanin.

Şahidên teqinê gotin, yekem teqina biçûk dinav xiveteka werzişî çêbû, li difra xelk li cihê boyerê kom bû ewca teqina dûwem dinav qerebalixîya xelkê çêbû.

Herêdarê hikumeta Helmend Mehemed yasin di êrîşê da brindar bû.

Heta niha tû aliyekê berpisyaretîya xwe liser vê êrîşê diyar nekirye, lê hertim bizava Taliban kirdarên wiha dike.

XS
SM
MD
LG