Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Fîkrî Işik Xwepêşandana Taksîmê Dinirxîne


Bi hezaran xwenîşandêr ji roja Duşemê vir ve li Meydana Taksîm ya li Stenbolê dicivin ku plana hikûmetê ya avakirina navendeke kirîn-firotinê protesto bikin.

Li gor hikûmetl, darên ku li Taksîmê ne têne birîn û parka geryanê jî tê xirab kirin. Gelek hemwelatî di xemê de ne ku ew bedewîya Stenbolê jibo berjewendîya hin kesan tê fêda kirin.

Bizavkarê mafên mirovan, sîyasetvan Alî Fîkrî Işik jî li Meydana Taksîm e û beşdarî xwepêşandanê dibe.

Birêz Işik êrîşa polîsan bi tundî şermezar dike û dibêje bi dehan les ji gaza îsotê nexweş bûne.

Işik herwiha dibêje, welatekî ku navê demokrasî li xwe dike, divê mafê hemwelatîyan hebe ku nerazîbûna xwe dîyar bikin

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:42 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG