Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

15 Koçber di Ava Derya Spî de Jêrav Dibin


Gemiyeka koçberan li peavên Bakurê Afrîqa
Gemiyeka koçberan li peavên Bakurê Afrîqa

Zêrevanên peravên deryayî, Yekşemê dan zanîn ku li peravên derya Spî ya Naverast yên li hember Cezayîrê 15 koçberên Afrîqî dema di xwestin bi rêya deryayê xwe bigehînin welatên Ewrupa, gemiya wan di avê de qolipîye 15 kes ji hejmara kesên di gemiyê de xeniqîn e.

Ajansa fermî ya Cezayîrê dibêje, zêrevanên peravavan û saziyên parastina sivîlan 19 kes bi saxî rizgar kirine ji hejmara 34 kesên di qemiyê de bûn, lê 15 kesên din di avê de xeniqîne.

Berpirsekî kenalê Al-Nihar TV got, li peravên herêma Oran ya 450 kîlomteran dûrî paytext Cezayîr, gemî qolipîye dema ji Morko (Mexrîb) dihat.

Wezareta navxwe ya Cezayirê dibêje, gelek koçber ber bi Ewrupa didin rê, yên ji welatên Afrîqa û Sehra mezin tên. Nasnama kesên xeniqîne heta niha nayê zanîn.

XS
SM
MD
LG