Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afrîqa ji AstraZeneca 400 Mîlyon Vaksînên COVID-19 Werdigire


Mirovên ku jibo lîdana vaksîna COVID-19 di dorê de ne. Nexweşxaneya Livingstone li Port Elizabeth, Afrîqaya Başûr
Mirovên ku jibo lîdana vaksîna COVID-19 di dorê de ne. Nexweşxaneya Livingstone li Port Elizabeth, Afrîqaya Başûr

Yekîtîya Afrîqî îro Pêncşemê ragihand ku ewê ji kompanîya AstraZeneca 400 mîlyon dozên din yên vaksîna COVID-19 wergire.

Berpirsê nexweşîyên enfeksîyonî yê Yekîtîya Afrîqî John Nkengasong got ku armanca wan ev e ku di nava sê salên pêş de vaksînê li 60 ji sedê nîfûsa wê parzemînê xin.

Afrîqa, bi 1.3 mîlyar nîfûsa xwe hewil dide ku vaksînên dijî COVID-19 peyda bike, lê heta niha tenê çend dewlet karîne vaksînan peyda bikirana.

Nkengasong got ku wan berê jî 270 mîlyon dozen vaksînê wergortibûn û niha 400 mîlyonên din jî ji Hîndistanê werin ku gîş berhemên AstraZeneca ne.

Vaksîna kompanîya AstraZeneca vaksîna herî erzan e û ne hewce ye ku di cîhên taybet yên cemidandî de werin parastin.

Nkengasong bal kişand ku hewilên wna didomin ku ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî îsal 600 mîlyon vaksîn bigirin.

XS
SM
MD
LG