Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efrînîyên Derbider Daxwaza Rabûna Dorpêç Rejîma Sûrî Kirin


Displaced Afrin Kurds protest Assad government's seige on Kurdish neighborhoods in Aleppo
Displaced Afrin Kurds protest Assad government's seige on Kurdish neighborhoods in Aleppo

Efrînîyên derbider meşeke girseyî bi armanca şermezarkirina dorpêça rejîma Sûrî li ser Şehba û taxên Kurdn li bajarê Helebê, li dar xistin.

Meşê berê xwe da rêbendeke hêzên rejîmê ku li ser rêya di navbera Şehba û Helebê de ye û li wir daxuyanîyek dan bîragiştî.

Pankart û siloganên di meşê de hatin bilind kirin, bêdengîya cîhanî protesto kirin herwiha nerazîbûna ji siyasetên rejîmê nîşan dan.

Derbiderên Efrînî di meşê de xwestin astengî û çembera ku rejîma Sûrî danîye ser penageha Şehba rabe, ku pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî lê dimînin, da ku alîkarî û hawarçûn herwiha madeyên jîyanî derbaz devrê bibin, ku rejîma Sûrî ji çar salan ve astengîyan datîne pêş wan.

Herwiha di meşê de nerazîbûn ji dorpêçkirina rejîma Sûrî li ser taxên Kurdan li bajarê Helebê anku Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, hate nîşandan.

ji du heftiyan de rêbendên "Firqa Çarê" ku girêdayî hêzên rejîmê ne nahêlin ard, derman û sûtemenî derbaz her du taxan bibe, ku hejmara xelkê wan pirtir ji 200 hezar kesî ye û piranîya rûniştvanên wan Kurd in, herwiha hejmareke mezin jê ji derbiderên Efrînê ne.

NR_04_15_Xwepêşandan_Şehba_Dorpêç
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG