Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Almanya Doza Dijî Grûpên Çekdar yên li Efrînê Tê Vekirin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Du rêxistinên mafên mirov gilîyek pêşkêşî Dozgerîya Giştî ya Federal li Almanyayê kir, jibo vekirina lêpirsînekê derbarê tawanên ku grûpên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve li Efrînê encam didin.

Gilî ji alîyê Navenda Ewrupî ya Mafên Destûrî û yên Mirovan (ECCHR) û Rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ) tevî 6 kesên rizgarbûyî, hatiye pêşkêşkirin.

Sîmav Hesen Berpirsa Peywendîyan di Rêxistina Sûriyên jibo Rastî û Dadmendîyê de, li ser vî gilî ji Dengê Amerîka re got:

“Doznameya vî gilî xwe spartiye gotin û dîtinên 6 kesên ji Efrînê ku hatibûn desteserkirin, ketibûn zindanan û rastî êşkenceyê hatibûn, ku ew niha li Ewrupayê ne. Herwiha xwe spartiye raportên mafên mirov ku di 6 salên borî de binpêkirin û tawanên li Efrînê belge kirine”.

Li gor daxuyanîya herdu rêxistinên ku gilî pêşkêş kirine, “Binpêkirinên mafên mirov ku ji alîyê mîlîşyayên îslamîst yên bi ser Tirkîyê ve têne kirin, li gor qanûna navdewletî tawan in û li çi deverê be li ser asta cîhanê, pêkan e lêpirsîn derbarê wan de were kirin”.

Hesen da zanîn ku gilî li dijî 4 grûpên çekdar ku di bin sîwana “Artêşa Niştimanî” de ne, hatiye pêşkêşkirin. Ew grûp jî ev in: Ehrar El-Şerqîyê, Elhemzat, Silêman Şah, û Sultan Murad.

Derbarê berpirsyarîya Tirkîyê de Hesen wiha dîyar kir.

“Ev gilî Tirkîyê rasterast armanc nake, lê grûpên bi piştevanîya wê kar dikin, armanca vî gilîyî ne”.

“Gilî Tirkîyê weke dewleteke dagirker pênase dike, herwiha dema ku grûpên çekdar bi piştevanîya Tirkîyê, ku endameke NATOyê ye, tawanên şer dikin, nabe ev kiryar bê ceza derbaz bibin“.

Kovara Spiegel ya Almanî roja Pêncşemê di raporteke xwe de li ser zarê wezareta Derve ya Almanî dibêje, “Hikûmeta federal çendîn caran hebûna Tirkîyê li Efrînê rexne kiriye û daxwaza dawîanîna bilez a wê hebûnê kiriye. Lê Tirkîye hevkara NATOyê balê nade van fikarên siyasî yên Almanyayê”.

Rêvebira Rêxistina Lêlûn ya Qurbanîyan, Lonjîn Ebdo, ku nêzî sê salan di zindanên grûpên çekdar de mabû, pêşwazî li gilîyê ku li Almanyayê hatiye pêşkêşkirin, dike.

Ebdo helwesta xwe wiha şirove kir:

“Tevî ku dereng mabe jî, lê ev gaveke pir girîng e, jiber ku ev 6 sal in sûcên berfireh derheqê gelê Efrînê de tên kirin. Ez dibêim çiqas dem derbaz bibe divê grûpên çekdar yên tawanan li Efrînê dikin û sûcdar werin dadgehkirin û mafên qurbanîyan winda nebin”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku gelek rêxistinên mafên mirov yên Navdewletî û Sûrî, dibêjin ku Tirkîyê û grûpên çekdar yên pê re, jiber sûc û binpêkirinên berfireh li Efrînê, berpirsyar in.

Di Tebaxa borî de, rêvebirîya Amerîkî ceza li ser du grûpên çekdar ên di nava “Artêşa Niştimanî” ya opozisyona Sûrî de û rêberên wan, sepandibûn, ku binpêkirinên giran ji mafên mirov re li herêma Efrînê, encam dane.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00

XS
SM
MD
LG