Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştevanîya Derûnî Ji bo Zarokên Efrînê yên Derbider Tê Dayîn


Heyva Sor ya Kurd bi alîkarîya Yekîtîya Rewşenbîrên Efrînê çalakîyeke piştevanîya derûnî li dar xist.

Çalakî jibo xwendekarên Efrînê yên li penageha Şehba derbider in pêk hat, ku cara yekê ye xwendekar bixwe brograma çalakîyê bi rêve dibin, ku tê de zarokan şano, helbest, stran û pêşbirk pêşkêş kirin.

Şêweirmenda derûnnasîyê Henan Mihemed da zanîn ku xwendekar berê di korsên perwerdeya piskolojî re derbaz bûne û ev çalakî weke bicînana tiştên ew fêrbûnê ye.

Xwendekarên di rêvebirina çalakîyê de başdar bûn temanê wan ji 13 ta 17 salîyê ne, ku bi perwerdeya piskolojî ya wan dîtiye kêfxweş in, ku morala wan bilid kirîye, loma ew dixwazin bi hevrêyên xwe re parve bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ev çalakî weke derçûna dewreya sisiyê ye ku Heyva Sor ya Kurd pê radibe ye, ku bi rêya van çalakîyan ew dixwazin bandorên şer û koçberîyê li ser derûnîya zarokan sivik bikin, herwiha wan fêrî çareserkirina alozîyan bikin.

Hûn dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00


XS
SM
MD
LG