Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Bi Fermana Erdogan Kurd ji Efrînê Tên Derxistin


Çend Kurdên Efrînî ku hatibûn revandin (Arşîv)
Çend Kurdên Efrînî ku hatibûn revandin (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê di raporteke xwe de diweşîne ku bi fermana Serokê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan û Îstîxbarata Tirkî MÎTê û grûbên çekdar yên girêdayî Enqerê li Efrîn binpêkirina mafan berdeqam dikin û xelkê Kurd yên mayî di Efrînê de bi zûrî neçarî derkirinê dikin bi armanca guhartina demografîya herêmê.

SOHR bang li xelkê Efrîn dike ku vegerin ser mik û malên xwe da ku heta hetayê derbeder nemînin.

Hêzên Tirkiyê û grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî yên girêdatyî wê berdewame li ser hemû cûrên binpêkirinan li Efrînê û xelkê wê neçar dikin ku malên xwe bicih bihêlin û ji Efrîn û herêma wê derkevin, ev jî bi planeke dagirtî ya guhertina demografîya herêmê tê encam dan.

SOHR dibêje, li gur çavkaniyên bawerpêkirî, niha Tirkiye bi armanca guhertina demografiya herêmê Kurdên Efrînê mecbûr dikin ku mal û herêmên xwe bicih bihêlin û koçber bibin.

Çavkaniyên bawerpêkirî goyiye SOHR ku fermana vê yekê jî, raste rast ji Îstîxbarata Tirkî tên û grûbên çekdar yên girêdayî wê plana Tirkîyê û MITê bi îêweke sîstematîk bicih tînin.

Dema ku serokê Tirkiyê Erdogan dibêje, li Sûriyê ew şerê terorê dikin, grûbên ser bi wê ve, rojane binpêkirin û tawanan û terora rojane û tawanên cengê li dij sivîlên Efrînê encam didin weke SOHR dibêje.

Herwiha SOHR weha dibîne ku li pêş çavan bi zelalî li gur plana sîstematîk ya daxwazên Îstîxabarata Tirkî û serokê wî welatî R. T. Erdogan gugherîna demografî pêk tê û dixwaze kesên aligirên Enqerê li ciyê Kurdên eslî xwecih bikin.

Jiber vê yekê SOHR di raporta xwe de bang li Kurdan dike ku vegerin ser malên xwe û li hember plana guhertina demografî rawestin, da ku xelkê koç kirî yê Efrînê heta hetayê koçber û derbeder nemînin.

Li gor raporta SOHR ya îro di malpera xwe ya fermî de weşandî û herweha kenalê Al Hurray ê Amerîkî ku li Virginia weşana bi zimanê Erebî dike dide zanîn ku grûbên çekdar yên di opreasyona bi navê "Çeqa Zeytonê" tevî artêşa Tirkiyê bûne, berî du salan Efrîn girt bû, tu tawanek neman li hember xelkê Efrînê ne encam dabin, ji dizîn, revandin, kuştin, dest biser malan de girtin, û feriz kirina bacên giran û gelek binpêkirinên din li dij sivîlan encam dane.

Çavdêrîya Sûrî dibêje berî demek kin îro hat ragihandin ku çekdarên "Lîwa Fetih – belîka 132" biser gundê Termîşa de girtîye yê ku girêdayî nahîya "Şêx El Hadîd"e li Efrîn, 6 kesên sivîl revandine di nav de jinek heye jiyê wê 65 sale, bi tawan ku wan berî niha alîkarî bi Xweserîya Demokratîk ya Kurdan re hebûn berî ku êrîşa Tikîyê bi ser Efrên de were.

SHOR dibêje, navê kesên hatin revandin wehane: Fatma Henan Kûro(65)salî, Mihemed Yosiv Reho(70) salî ku hevsera Mihemed Yosiv Reho ye û ew (65) salîye, Rehîm Betal Mûso (58) salî, Alî Fehîm Kûso(35) salî, Îdrîs Henan (30) salî.

Piştî ew hatin revandin, ew birine bingeha "Lîwa El Fetih" li gundê "Bermece" yê girêdayî Nahîya "Mabata".

Ji bo tekez kirina raporta Çavdêrîya Sûrî Dengê Amerîka di hevpeyvînek kurt de ligel mamoste û Çalakvan Zahîde Memo kir.

Zahîde xanim dibêje belê bi berdewamî piştî girtina Efrîn hewildanên guhertina demografî heye û Kurdên koçber bûne dixwazin vegerin ser malên xwe li jber eşkence û zûriya heyî nikarin vegerin, lê çalakî hene û koçberên Efrînê yên li herêma Şehba dimînin dixwazin vegerin.

Zahîde Mamo 11 04 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00



XS
SM
MD
LG