Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panel: Guhertina Demografîk li Efrînê


Panel derbarê guhertina demografîk li Efrîn
Panel derbarê guhertina demografîk li Efrîn

Yekîtîya Parêzerên Efrînê panelek bi navnîşana "Guhertina Demografîk li Efrînê û Tawanên Revandinê" li dar xist.

Di panelê de hejmarek mafzan û çalakvanên sivîl amade bûn, beşdaran di axaftinên xwe de bal kişandin ser guhertina demografîk li Efrînê, ku Tirkîyê û girûpên çekdar pêk tînin.

Dor mijarê hevserokê Yekîtîya Parêzerên Efrînê Cibrayîl Mustefa ji dengê Amerîka re axivî.

Hevserokê Yekîtîya Parêzerên Efrînê Cibrayîl Mustefa
Hevserokê Yekîtîya Parêzerên Efrînê Cibrayîl Mustefa

Wî da zanîn ku bi êrîşa Tirkîyê dij Efrînê, di sala 2018an de, guhertina demografîk destpê kir û wiha pêde çû: "Ji ber êrîşê 300 hezar gelê Efrînê hate koçber kirin, ji wê çaxê de guhertina demografîk berdewam dike, ku 400 hezar Ereb û Turkmen ji malbatên çakdaran li Efrînê hatine bicih kirin".

“Îro li Efrînê zimanê Tirkî tê ferz kirin, ala Tirkî li ser navend û cihên giştî tê bilind kirin, danûstandin bi pereyên Tirkî tê kirin, herwiha gelê me ku li hindur maye neçarî derxistina nasnameyên Tirkî (gimlik) dikin”, Mustefa ragihand.

Herwiha Mustefa dîyar kir ku Tirkîyê û çekdarên bi ser wê ve sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê li Efrînê pêk tînin, ku binpêkirin û destdirêjî berdewam in, ne tenê li dijî gelê herêmê lê belê derheqê xweza û şûnwaran de jî.

Wî da zanîn ku armanca van kiryaran ne tenê guhertina demografîk e, lê ji navbirina nasnameya herêma Efrînê ye, ku di dema dawî de niştecîgehan jibo Ereb û Turkmenan ava dike.

"Ta niha 18 niştecîgeh li Efrîn û nahîyên wê hatine ava kirin, bi taybet li deverên sînorî Turkmen tên bicih kirin, ku Tirkîyê dixwaze kembereke Turkmanî girêdayî xwe ava bike".

Panel derbarê guhertina demografîk li Efrîn
Panel derbarê guhertina demografîk li Efrîn

Derbara alîyên piştgirîya van kiryaran dikin Mustefa agahî parve kirin "Rêxistina AFAD ya Tirkî pêvajoya avakirina niştecîgehan bi rêve dibe, herwiha hin rêxistên ji kendava Erebî û ji Almanya jî wê fînanse dikin, ku ew hemû girêdayî Îxwan el-Muslîmîn in".

Di dawîya panelê de encamname hate xwendin, tê de Tirkîyê weke dagîrker hate pênesa kirin ku hebûna wê di nav axa Sûrîyê de ne rewa ye.

Herwiha hate xwestin ku komîteyeke lêkolînê ya navdewletî jibo Efrînê were şandin daku binpêkirinan belge bike, rê li ber vegera gelê herêmê yên koçber veke û dawî li dagîrkerîyê bîne.

Raporta Efrînê - Guhertina demografî 04 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG