Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîstikvanên Jin yên Efrînê Lîga Futbolê li Dar Xistin


Yekîtîya Sporê ya Efrînê, lîga futbolê jibo jinên ciwan yên Efrînê ku li herêma Şehba penaber bûne, li dar xist.

Di lîgê de, ku cara yekê ye pêk tê, 90 lîstekvanên jin ku di 9 tîman de ne beşdar bûn û di encama maçan de her du tîmên Avrîn û Agirî gihiştin lîstika dawî.

Seroka Yekîtîya Sporê Evîn Bîlal got ku koçberîya ji Efrînê bandoreke neyênî ser jinê hişt. "Loma me xwest lîga futbolê pêk bînin. Em li dibistanên amadeyî gerîyan û di nava civakê de ragihand jibo jinên dixwazin tevlê bibin”.

Bîlal dîyar kir ku civak û malbatan bi erênî pêngava wan pêşwazî kirin. Wî herwiha bal kişand ser astengîyên diravî ku ew rûbirû dibin.

“Jibo peydakirina cil û bergên spore derfetên me yên madî teng bûn, lê dîsa me karîbû destpê bikin û lîga xwe bi ser bixin”, Bîlal got.

Lîstekvanên jin ku başdarî maçên lîgê bûne ji vê gavê dilşad in jiber ku ew ji wan re bûye derfetek ku spora jê hez dikin, bilîzin.

Lîstekvan Ronahî Qenber got ku ew futbolê pir hez dike û wan bi tîma xwe encamên baş bi dest xistine.

Zeyneb Şêxo jî dibêje ku gava gotin dê lîga futbolê li dar bixin, ew kêfxweş û bi coş bû ku keç jî dikanin futbolê bilîzin.

Derbara projeyên siberojê, Evîn Bîla da zanîn ku têkîlîya baş ya gel bi maçên futbolê re hiştiye û ew bi rêxistinkirina lîgên voleybol û basketbolê jî re mijûl bibin.

“Hejmareke baş ji hemû temenan maçan dişopînin. Civaka me rola jinê dipejirîne û piştgirîya wê dike. Loma em çalakîyên din yên sporî jî pêk bînin”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku beşdarî û tevlêbûna jinan li Efrînê di hemû warên jîyanê de naskirî ye, loma ev lîga futbolê weke nîşaneya vê yekê tê şîrove kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00

XS
SM
MD
LG