Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên bi ser Tirkîyê ve Keçeke Kurd ji Efrînê Kuştin


Zêdegavî û tawanên dijî jinên Efrînê didomin, di vê çarçovayê de îro danê sibê cenazeya keçeke Kurd ji Efrînê li nava zevîyên gundê Ferîzîyê yê devera Ezazê hate dîtin.

Li gor agahîyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê belav kirin, cenaza yê keça bi navê Melek Nebîh Xelîl e, ew 16 salî ye û ji gundê Dêrwîş biser navçeya Şera ve ye.

Keça navborî di 23yê meha Gulanê de ji alîyê çekdarên koma bi navê Fîrqet Sultan Murad ve, ku bi ser Tirkîyê ve ye, hatibû revandin û wêneyê wê di torên civakî de hatibû weşandin.

Ev bûyera kuştina Melek Nebîh Xelîl di demekê de tê, ku kiryarên komên çekdar dijî jinên Efrînê zêde bûne, ku berî çend rojan hatibû eşkere kirin 11 jinên Kurd di zîndana koma Fîrqet Elhemzat de girtîbûn û rastî tundî û êşkenceyê hatibûn.

Li gor jêderên hiqûqî ew jin di demên cuda de hatibûn revandin, û malbatên wan çi agahî dor çarenivîsa wan nedizanîbûn, lê di pevçûneke navbera çekdaran de wan êrîş navenda Elhemzat kirbûn û zîndana jinên revandî hatibû dîtin.

Her di vê mijarê de jêderên ji hindur Efrînê ji me re ragihandin ku tenê 2 jin ji wan 11an hatin berdan, lê yên din dîsa di zîndana Elhemzat te tên girtin.

Malbata yek ji jinên revandî, ya bi navê Arîn Dilî Hesen ku 21 salî ye û ji gundê Kîmarê bi ser navçeya Şêrewa ve ye, got ku Arîn ji 3 mehan de revandî ye, û tiştekî dor çarenivîsa keça xwe ew nizanin.

Malbatê ji alîyên peywendîdar û sazîyên navneteweyî xwest destwerdanê bikin û çarenivîsa wê û jinên din eşkere bikin, herwiha bendekî ji tawanên dijî gel û bi taybetî jinên Efrînê dînin.

Bûyereke din di mijara zedegavîyên dijî jinan de, dayîka keçeke din ya revandî, ku navê wê Valantîna Arsilan Mustefa ye û 22 salî ye, bi vîdyoyekê hawara rizgarkirina qîza xwe kir.

Dayîkê dîyar kir ku qîza wê ji sal û nîvekê de revandî ye, û berî şeş mehan wan zanîbûye ew li Îdlibê girtîye, bê ku çi agahîyeke nû dor wê hebe.

Her di vê derbarê de jinên Efrînê, sazîyên hiqûqî li herêma Cizîrê, û 20 rêxistinên Kurdî û Sûrî yên mafê mirovan bi daxuyanîyên cuda bang li Neteweyên Yekbûyî kirbûn daku kiryarên çekdarên bi ser Tirkîyê ve li dijî jinan rawestîne û çarenivîsa jinên revandî were zanîn.

Daxuyanîyan bêdengîya cîhanî rexne kirin û xwestin di zûtirîn dem de komîteyeke lêkolînê ya navneteweyî derbaz Efrînê bibe, daku kiryar û tawanên li wir rûdidin bişopîne û sûcdaran destnîşan bike û darizîne.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG