Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Nisro Behsa Êrîşa Biguman a Gazê li Efrînê Dike


Li gorî ragîhandina hêzên kurdî û Navenda Tendûristiyê li Efrînê, ku artêşa Tirk û hêzên alîgirên wê gundê Erendê yê navçeya Şiyê bi çekên kîmawî topbaran kiriye û di encamê de, 6 welatiyên sivîl birîndar bûne û niha li nexweşxaneyê ne têne dermankirin û di bin çavdêriya pizişkan de ne.

Dengê Amerîka hevpeyvîne bi perestar Ciwan Nisro re kir, ku yek ji kesên pêşîn bûn di nexweşxanê de, alîkarî dabû birîndaran.

Di derbarî nîşanên nexweşiyê de, Nisro dibêje:" Her 6 kes bi jehrî ketibûn, çavên wan hêsir dikirin, û xur ketibû laşên wan, ku bê gûman ev nêşanên xazên jehrî ne."

Herwiha jî wî got, ku pêwistiya wan bi alav û keresteyên tendurstiyê heye, bi taybetî ji bo çekên kîmawî .

Hevpeyvîna Ciwan Nisro-2-17-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG