Leşkerên Tirkiyê red kirin idîayên bumbekirina nexweşxana Efrînê li bakurê Sûriyê ku niha li wir şerekî dijî şervanên Kurdên Sûriyê birêve dibin.
Leşkeran di twîtekê de hin vîdyo û wêneyên esmanî belav kirin ku nexweşxaneyê bê ziyan diyar dike, roja Şemiyê beyanî.
Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de got Yêzên Parastina Gel YPGê hewil didin “nerîneka neyênî” li ser leşkerên Tirkiyê bidin.
Roja Înê, berpirsê YPGê Rêdûr Xelîl û Çavdêriya Sûriya ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye êrîşa esmanî li ser nexweşxanê ragihand.
Çavdêriyê got 16 kes di êrîşê de hatin kuştin, di nav de jî du jinên du can.