Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Nû Dîyar Dike ku Girtî li Efrînê Dibin Armanca Êşkenceya Sîstemetîk


Displaced People from Afrin, Syria, protest demographic change taking place in their native home.
Displaced People from Afrin, Syria, protest demographic change taking place in their native home.

Du rêxistinên Sûrî yên mafên mirov, Tirkîyê û komên çekdar yên bi ser wê ve bi êşkencekirin û desteserkirina zordarî li Efrînê tawanbar kir.

Di raporteke hevbeş de, rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ) û Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê, hevdîtin bi 40 dîdevanan (15 jin û 25 mêr) kiriye, ku hêzên Tirkî û çakdarên Artêşa Netewî ya Sûrî (SNA) ew bi zordarî desteser kirine û li girtîgehan êşkence kirine.

Derbara sedemên van kiriyaran de raport ku duh hate weşandin gihaştiye vê encamê: “Qurbanî bi bahaneyên cuda hatine girtin û herî zêde bi danûstandina bi Rêvebirîya Xweser hatine tawanbar kirin”.

Raport îdia dike ku sedema rastîn destxisitina pereyan ji qurbanîyan û destdanîna ser xan û milkên wan e ku rewşê li rûniştvanên resen teng bikin û berê wan bidin koçberîyê.

Raport heriwha dîyar dike ku desteserkirina zordarî û êşkencekirina dijwar bi awayekî sîstemetîk li Efrînê ji alîyê serdestên Tirk û komên çekdar yên opozîsyona Sûrî ve pêk tê ku ev nimûneyeke biçûke ji binpêkirinên berdewam yên li herêmê.

Îbrahîm Şêxo
Îbrahîm Şêxo

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Dengê Amerîka ragihand ku ji destpêka dagîrkirina Efrînê ya sala 2018an vir ve hejmara kesên girtî û revandî 8700 kes derbaz kiriye ku sêyekê vê hejmarê jin in û pir ji wan tev zarokan hatine desteser kirin”.

Dengê Amerîka çend hevdîtin bi hin kesên ku li zindanên Tirkîyê û komên çekdar girtîbûn re kir.

Serpêhatîya yek ji wan girtîyan ya bi navê H. E ye, ku ew çar sal û sê mehan li girtîgeheke çekdarên “El-Cebhe El-Şamîyê” maye û rastî êşkenceya fîzîkî û derûnî hatiye.

“Destê me di kelepçê de û çavên me girêdayî, li me dixsitin, hin caran bi elketrîkê jî li me didan, herwiha em bi banî ve daliqandin û du sê dihatin ser me û bi zincîr û masûran li me dixistin, çiqas me dikir qîr û hawar lê wan li me dixistin.”

Jin li ber çavên hevjîn û birayên xwe rastî êşkencekirinê dihatin

H. E herwiha got ku jin tev zarokan jî li girtîgehê hebûn û bi heman şêwazî êşkence dikirin.

“Li pêşberî hevjîn yan birayên wan jin rastî êşkencekirinê dihatin û şorên xirab jê re dihatin gotin”.

NR_H.E. Girtîyê Efrînî di zindana çekdarên _Cebha El-Şamîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00

Şêxo bi bîr tîne ku di nava jinên êşkencekirî de, wan rewşa 86 jinên rastî destdirêjîyê hatine belge kirine û di nava wan de zarok û keçên jêr 18 salî jî hene.

“96 kes ji ber êşkencekirinê li zindanan jîyana xwe ji dest dane. Herwiha, çarenivîsa derdora 1000 kesî ne dîyar e ku 400 ji wan jin in û guman û tirs heye ku ew hatibin teror kirin”.

Raportên mafên mirov dîyar dikin ku tenê li Efrînê 10 girtîgehên eşkere hene û li bajarên wek Marê, Ezaz, Raî û Babê jî Efrînîyên revandî û desteserkirî tên girtin.

Amnesty International di raporta Tebaxa 2018an dîyar kiribû ku Tirkîyê û komên çekdar pir caran dibistan û xwendingeh veguherandina girtîgeh û bingehên leşkerî.

Şêxo dide zanîn ku tevî zindanên li deverên dagîrkirî yai bakur rojavayê Sûrîyê, girtîyên Efrînî ji hindurê Tirkîyê re jî tên şandin û li girtîgehên Kilîs, Entab û bajarên din tên girtin.

Şêxo dîyar dike ku girtin û revandin herî zêde li ser destê çekdarên “Artêşa Netewî” tê kirin, lê saloxgerî û serbazên Tirk di lêprisînê de cîh digirin.

J.H jineke Efrînî ye ku ji alîyê çekdarên koma “Sultan Murad” ve hatiye desteser kirin.

“Ez li Efrînê hatim girtin û jibo girtîgeheke dûrî herêmê hatim birin. Em derdora 30 – 40 jin li zindanê bi hevre girtî bûn, gava lêpirsînê çavên min dihatin girêdan û bi rêya wergêr kesên Tirk pirs ji min dikirin,” J.H ji Dengê Amerîka re got.

NR_J.H. Girtîya Efrînî di zindana çekdarên _Sultan Murad
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00

Hêjayî bîr xistinê ye ku sazîyên navnetewî yên wek Amnesty International û Human Rights Watch, herwiha Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, di raportên xwe de binpêkirinên li Efrînê diqewimin belge kirine.

Di nava van binpêkirinan de kuştin, revandin, desteserkirin û êşkencekirina sivîlan hene, herwiha destdanîna ser xanî û zavîyên rûniştvanên herêmê yên Kurd, dizîn û talankirina mewsiman û wêrankirina cîhên dîrokî jî hene û ew binpêkirin weke sûcên şer û yên dijî mirovahîyê tên bi nav kirin.

XS
SM
MD
LG