Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê Dibêje Revandin û Girtina Sivîlan li Efrînê Didomin


Girtin û revandina sivîlên Kurd li Efrînê ji alîyê komên çekdar yên opozisyona Sûrî ku bi ser Tirkîyê ve ne, didomin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê Mihemed Ebdo ragihand ku ji destpêka sala nû de, anku di 3 rojên borî de, 6 kes hatine desteser kirin.

“Li nahîya Bilbilê kesek hatiye girtin, polîsên leşkerî 3500 dolaran ji malbata wî dixwazin ku wî berdin. Li Cindirêsê jî îstixbarata Tirkî kesekî ku berê 2 caran hatibû girtin, revandine. Herwiha li devera Meydana ya nahîya Reco 4 kesên ji heman malbatê hatine revandin û çarenivîsa wan nedîyar e.”

Li gor raporta salane ya Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê, di sala 2023an de 369 kes li Efrînê ji alîyê serdestên Tirk û komên çekdar yên bi ser wê ve, hatine girtin û revandin, di nava wan de 39 jin û 6 zarok hene.

Raport dîyar dike ku jê 6 jin in,16 kesan di girtîgehan de jiber êşkenceyê jîyana xwe ji dest dane, herwiha bûyereke xwekuştinê hebûye.

Derbara çarenivîs û danûstandina ligel kesên desteserkirî Mihemed Ebdo dîyar kir ku pir caran gef li malbatên kesên girtî û revandî tê xwarin jibo dayîna pereyên zêde weke fîdye ku carinan digihêje 20 hezar dolaran.

“Her komeke çekdar dadgeheke wê heye, ligor fetwa û zagonên xwe di derheqê girtîyan de biryaran dide. Herwiha beşek ji girtîyan jibo hundirî Tirkîyê jî tên birin, ku li gor şopandinê, girtî 7 caran jibo Tirkîyê hatine şandin.

Ebdo dide zanîn ku desteserkirina sivîlên Kurd bi bihaneyên cuda çêdibe, ku çi kes bi danûstandina ligel Rêvebirîya Xweser ya berê li Efrînê were tawanbar kirin, tê girtin.

Ew îdîa dike ku ev li Efrînê sîyaseteke sîstemetîk ya Tirkîyê ye.

“Girtin û revandina ku ji alîyê îstixbarata Tirkî û komên çekdar ve tê kirin bi armanca çêkirina givaşan li gelê Efrînê ye ku tim di bin gefê de bin. Armanca wan ew e ku Kurdên mayî jî bidin koçberîyê û guhertina demografîk li Efrînê pêk bînin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji dema dagirkirina Tirkîyê ji Efrînê re sala 2018an vir ve rewşa mafên mirov li herêmê kambax bûye.

Hin raportên ji sazîyên Kurdî, Sûrî û navnetewî komên çekdar yên bi piştgirîya Tirkîyê bi encamdana binpêkirinên berfireh tawanbar dikin û dibêjin ev kiryar digihêjin asta tawanên şer û yên dijî mirovahîyê.

NR_04_01_2024_Desteserkirin_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG