Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdîyên Efrînê bi Xelatkirina Nadya Murad Serbilind in


Hillary Clinton with Nadia Murad

Xelata Nobel ya aştîyê îsal jibo jina Kurd ya Êzîdî Nadya Murad ku ji Şingalê ye hate dayîn, Êzîdîyên herêma Efrînê ji vê xelatkirinê serbilind in û bi hêvî ne bibe derfetek jibo dawîanîna fişar û zordarîyên ser civaka Êzîdî.

Hevserokê Yekîtîya Êzîdîyan li Efrînê Mustefa Şan Nabo xelatkirina Nadya Murad pîroz dike, û girîngîya vê xelatkirinê weke pênasîna bi cînosîda Êzîdîyan dîbîne.

Şan Nabo wiha helwesta xwe bi me re parve dike: “Em şa ne û bi keça xwe ya Êzîdî serbilind in, ku xelata Nobel ya aştîyê jibo Nadya Murad birînên me hinekî derman dike”.

Wî bal kişand: “Wateya vê xelatkirinê dide nîşan ku hîn mirovatî di dunyayê de heye, û cîhan zane li Şingalê cînosîdek bi ser Kurdên Êzîdî de hat”.

Şan Nabo bûyerên sala 2014an dema êrîşa DAIŞê dijî Şingalê hatibûn serê Êzîdîyan weke fermana qirkrinê bi nav dike, û bi rewşa Êzîdîyên Efrînê piştî destdanîna Tirkîyê re hempa dike.

“Heman kiryar û zêdegavî li Şingalê rûdabûn îro li dijî Êzîdîyan li Efrînê têne kirin, ku ciwan tên kuştin û revandin, çanda Êzîdî tê armanc girtin û ola îslamê lê tê ferz kirin, herwiha mal û milkên wan li 22 gundan tên desteser kirin”, hevserokê Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê dibêje.

Di vê derbarê de Şan Nabo wiha bîrên xwe tîne ziman û dipirse: “Ma cîhan ta kengî dê bê deng bimîne?, gelo piştî 4 salan dîsa xelatekê dê bidin xort yan keçeke Êzîdî ji Efrînê?, berî xirabî rûbidin divê cîhan tevbigerin”.

Şan Nabo xelatkirna Nadya Murad weke fersend dibîne da ku cîhan li rewşa Êzîdîyên Efrînê jî binêre û vê bangê dike: “Hemû cîhan û rêxistinên mafê mirovan divê xwedî li Efrînê derkevin, bila kiryarên dijî Efrînê û pêkhateyên wê deqewimin rawestin”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Nadya Murad ji alîyê DAIŞÊ ve hatibû sebî kirin, destdirêjî lê hatibû kirin, û piştî azadkirina wê ew bûye nûnera Neteweyên Yekbûyê jibo rûbirûbûna tundîya li ser jinan.

Nadya Murad di dema êrîşa artêşa Tirk û komên tundrê yên pêre dijî Efrînê bang li civaka navdewletî kirbû da ku êrîşê rawestînin û Êzîdî û hemû gelê Efrînê biparêzin, û piştgirîya xwe ji Efrînê re nîşan dabû

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:25 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG