Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrînê jibo Zarokan Ahenga Sersalê Hat Lidarxistin


Bi hatina sersala nû 2018'an, li Efrînê ahengek jibo zarokan hat lidarxistin û şahî li baxçeyê Ronîya Rojê yê zarokên cangorîyan pêk.

Di pîrozbahîyê de zarokên sêwî yên Mala Nûpel jî tevlê bûn.

Şêrîn Mustefa
Şêrîn Mustefa

Rêvebira baxçeyê zarokan Şêrîn Mustefa ji Dengê Amerîka re got ku wan xwest şahîyê têxin dilê zarokan, da bi sêwîtîyê hîs nekin.

​Derbara baxçeyê zarokên cangorîyan Şêrîn Mustefa got:

"Baxçeyê zaroka di destpêka 2017'an de hate vekirin û 55 zarokan hembêz dike ku hemû ji zarokên şehîdan in".

Di ahengê de pêşbirk û stran hatin pêşkêş kirin û Papa Noel şîranî û dîyarî li zarokan belav kirin

Li Efrînê ji bo roja sersalê, Papa Noel şahî xiste dilê zarokên sêwî ku tê hêvî kirin sala nû bi aştî û aramî were pêşwazî kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG