Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Efrînê Fêrî Çêkirina Fîlman Dibin


Komîna Sînema Avrîn ku beşek ji Komîn Fîlm ya Rojava ye, dewreyeke fêrkirina çêkirina fîlmên sînemayî li dar dixe.

dewreya fêrkirinê di bin sîwana desteya perwerdeyê de bi rê ve diçe, û tê de 21 ciwanên Efrînê, keç û xort, ku li Şehba bûne penaber waneyên cuda di hemû qonaxên çêkirina fîlman de digirin.

Dor vê dewreya fêrkirinê, derhêner Mihyedîn Arsilan agahî bi me re parve kirin: “Perwerde meh û nîvekê dirêj dike, tê de rahênan li ser wênegirtin, montaj û derhênanê tên kirin”.

Arsilan got şagirtên tevlî dewreya fêrbûnê bûne, wê projeyên derçûna xwe pêşkêş bikin û ahengek taybet tê lidar xistin jibo dîyarkirina wan, tê de belgefîlmek dor perwerda wan dîtîye tê pêşandan.

Mihêdîn Arsilan
Mihêdîn Arsilan

Herwiha Arsilan armanca vê gava wan wiha şîrove kir: “Em dixwzin kesên pispor di warê sînemayê de amade bikin, da ku di paşerojê de dibistanên sînema vekin, ku dimîne armanca sereke em çanda xwe nas bikin û ji cîhanê re dîyar bikin û jibo vê yekê sînema, şano û ragihandin navgîn e”.

Zîlan yek ji şagirtên tevlî vê dewreya fêrbûnê bûne, dor ezmûna xwe axivî, û tiştê ew jê hêvî dike anî ziman: “Rewşa penabertîyê ku em jîyan dikin nabe asteng, emê berdewam bin di karê xwe de û êşa em dijîn emê bighînin cîhanê”.

Zîlan
Zîlan

Herwiha şagirta bi navê Ofê Mihemed ku dixwest fêrî wênegirtinê bibe, ji perwerdeya xwe kêfxweş e, û hestên xwe wiha vedibêje: “Ez dixwazim fêrî wênegirtinê bibim û xwe tê de pêş bixim, mamosteyên me pir baş in û fêrbûna me bi rihê hevaltî derbaz dibe”.

Ofê Mihemed
Ofê Mihemed

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di çend salên borî de tevgera hunerî li Efrînê gavên balkêş avêtibûn, ku çendîn çalakî û festîvalên şano, stran, govend û sînema hatin li dar xistin, ku Festîvala Efrîn ya Kurtefîlman di sala 2016an weke festîvala sînemayî ya yekê li ser asta Rojava û Bakurê Sûrîyê hatibû li dar xistin.

Lê piştî destdanîna Tirkîyê û komên radîkal ji Efrînê re hemû çalakîyên hunerî û çandî rawestîyan

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00

XS
SM
MD
LG