Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rizgariya Efrînê Dibêjin Wan 40 Çekdarên Artêşa Niştimanî li Şehba Kuştine


Afrin
Afrin

Çekdarên opozisyona Sûrî ku bi navê Artêşa Niştimanî tên nasîn, bi piştîgirîya artêşa Tirk, doh Şemîyê li herêma Şehba êrîşî gund û navçeyên bin kontrola Hêzên Rizgarîya Efrînê kir.

Hêzên Rizgarîya Efrînê ragihand ku wan êrîş şikandine, û zerarên canî yên mezin gihandine leşkerên Tirk û çekdarên pêre.

Di hûrbînîyan de, êrîşa artêşa Tirk û çekdaran ji sê bereyan ve pêk hat, li gundên Marenaz, Malkîyê û Şiwarxe, ku berî wê topbaranek dijwar bi mûşek û fûzeyan li ser deverê çêbû.

Piştre artêşa Tirk û çekdarên opozisyonê hewldan bi awayekî bejahî pêşde werin, ku pevçûnên dijwar di navbera wan û hêzên Kurdî anku Hêzên Rizgarîya Efrînê de derketin.

Pêşî û ji ber giranîya topbaranê êrîşkaran karîbûn çend taxên gundê Marenaz bigirn, lê destdanîna wan zêdetirî çend seetan nema, berî ku neçarî vekişînê bibin.

Daxuyanîyeke Artêşa Niştimanî îtîraf kir ku ew ji herêmên ketibûnê vekişiyane, ku sedem vegerandin mayînên hatine çandin.

Ji alîyê xwe ve Hêzên Rizgarîya Efrînê şikandina êrîşê ragihandin û îdîayên çekdaran ku wan çend gund girtine bi dîmen redkirin.

Daxuyanîyeke Hêzên Rizgarîya Efrînê encamên êrîş û pevçûnan ragihandin.

Daxuyanîyê eşkere kir ku 40 çekdarên opozisyonê hatine kuştin, laşê 18an hîn li qada şer e, û 30yên din jî birîndar bûne.

Her di vê mijarê de hêzên artêşa Sûrî anku ya rejîmê jî tevlî pevçûnê bûbûn, û çend xalên çekdaran li gundê Meryemînê bi topan armanc kiribûn.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev pêşveçûn piştî 2 rojan ji ragihandina artêşa Niştimanî ji deverê re weke herêmeke leşkerî û girtina rêya di navbera Efrîn û Ezazê de tên.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG