Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tedbîrên Rûbirûbûna Korona li Nava Derbiderên Efrînê


Bi belavbûna vîrusa korona li ser tevahîya cîhanê, fikar û metirsîya derketina vê nexweşîyê di nav derbiderên Efrînê de li kampên Şehba jî heye.

Di vê derbarê de rêvebirê nexwaşxaneya Avrîn li Şehba Dr. Osman Şêx Îsa ragihand ku tu tûşîbûna bi vîrusa Korona li Şehba nehatine tomar kirin, û da zanîn ku wan yedekên pêwîst standine.

“Tenê ev nexweşxaneya me li herêmê heye, tevî ku tu tûşîbûn nehatine tomar kirin, lê karmendên tenduristîyê di nava amadekarî û hişyarîyeke baş de ne jibo her rewşekê”.

Dr. Şêx Îsa dîyar kir ku ew bi derfetên xwe yên xweser û hindik hewil didin alîkarîya tenduristî jibo gelê Efrînê yê hatiye koçber kirin pêşkêş bikin, ku jibo rûbirûbûna vîrusa korona ew girîngîyê didin hişyarkirina gel ku çawa xwe biparêzin.

Wî bal kişande ser hindek xalên pêwîst: “Em gel hişyar dikin ku ji cihên qerebaix dûr kevin, herwiha aghîyên ji wan re tên dayîn dor girîngîya paqijîya giştî û pêwîsîtya şûştina dest û xwarinê jibo parastina ji vîrusa korona”.

Herwiha Dr. Şêx Îsa bal kişand ku saxlemîya giştî dê di metirsîyê de be eger vîrusa korona belav bû, çimkî rewşa kampên Şehba pir kambax e, ku hîn jî tu sazîyên tenduristî yên peywendîdar çi navdewletî yan navxweyî destek nedane wan.

Wî ev bang kir: “Derfetên me pir kêm in, weke bijîşk, laborator, derman û devpoşk, loma banga me ji alîyên peywendîdar heye alîkarîyên pêwîst pêşkêş bikin ”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Rêvebirîya Xweser biryara rawestandina xwendinê li hemû dibistan û xwendingehan li herêmên Bakurê Sûrîyê û Şehba jî di nav de standiye, herwiha kombûn û civînên giştî jî hatine betal kirin.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00


XS
SM
MD
LG