Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Efrînê li Kampa Xwe Gulistanek Vekir


Gulistana Penaberên Efrînê
Gulistana Penaberên Efrînê

Penaberên Efrînê yên li kampa Serdem li gundê Til Sosînê yê herêma Şehba gulistanek di nava kampê de vekir.

Gulistan, bi mebesta ku penaber kanibin lê bihna xwe vedin her wiha zarok lê bilîzin, hatiye ava kirin.

Hevşaredara kampê Emel Qereman da zanîn ku avakirina gulistanê ji sê mehan de destpê kiriye ku ji ber derfetên teng ew hinekî dereng mabû.

Qereman got ku: “Rûbera gulistanê 500 metrên çargoşe ne, ku şaredarîya kampê sewkî ava kirin û darên mezin çandin, her wiha danîştok jî danîn nav gulistanê”.

Penaberên kampa serdemê ku hejmara wan sê hezar kes in, ji vekirina gulistana kampa wan kêfxweş in, ku jibo wan û zarokan bûye pencereyek da ku bihna xwe vedin, nemaze di germa havînê de.

Gulistana Penaberên Efrînê
Gulistana Penaberên Efrînê

Penaberê bi navê Mihemed Reşîd bi hesreta daristanên Efrînê ye ew dibêje li Efrînê baxçeyê wî hebû di havînan de diçû nav:

“Me demên xweş di nav dar û baxçeyê xwe de li Efrînê derbaz dikirin, lê li Şehba hewa germ e, loma baş e ku ev gulistan vebûye ku darên min li Efrînê tîne bîra min, li tiştek nakeve şûna wan”.

Her wiha penaberê bi navê Selîm Qasim ku bavê du zarokan e, dibîne vekirina gulistanê gaveke baş e da ku zarok lê bilîzin: “Em timî di qisweta zarokan de ne li kû derê bilîzin, em ditirsin winda yan nexweş bibin, lê gulistan baş e jibo zarokan”.

Kewser Mihemed jî dibêje ku ew û cîranên xwe li kampê serdana gulistanê dikin: “Li kampê di bin konan de pir germ e, bi taybet jibo zarokan, em rojane tên gulistanê bihna xwe vedidin û zarok dilîzin”.

Herêma Çiyayê Kurmênc anku Efrîn deverek bi şên û ber e, bi daristan û baxçeyên xwe naskirî ye, loma gelê Efrînê kû de here bi şênkahîyê derdora xwe dixemlîne û daran diçîne, penaberên Efrînê yên li herêma Şehba ne jî ne dûr in ji vê rêbazê.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG