Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafirên Şer Yên Rûsî Çend Gundên Efrînê Bombebaran Kirin


Balafirên şer yên Rûsî îro Şemîyê çend gundên nahîya Şêrawa ku li başûr rojholata Efrînê ye, bombebaran kirin.

Di seetên piştî nîvro de balafiran gundên Basofan, Basilê û Gubelê bi çend êrîşan kirin armanc, li gor jêderên xwecihî ji deverê, navendên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve li van gundan hatine bombebaran kirin.

Di vê derbarê de tora Afrîn Post ragihand ku, li gundê Basofanê navenda Hayat Tahrîr el-Şam û li gundê Basilê navenda el-Cebha el-Şamîyê bûne armanca bombebarana balafirên Rûsî, bê ku were zanîn ka çiqas zerar çêbûne.

Di mijareke têkildar de hin çavkanîyan ji me re ragihand ku, berî çend seetên ji bombebarana balafirên Rûsî, komên çekdar bi vedizî êrîşî bendeke hêzên rejîma Sûrî li gundê Sixonekê kirine, pevçûn navbera herdu alîyan de çêbûye û çend leşkerên rejîmê birîndar bûne.

Piştre dema çakdaran xwestine vekişin, ketine nav mayînan û pê de peqîyane, ku kuştî û birîndarên wan hene.

Tê zanîn ku gundê Sixonekê di bin kontrola hêzên rejîma Sûrî de ye, li tixûbê gundê Basilê dikeve, ku di destê komên çekdar de ye.

Hêjayî gotinê ye, ku ev cara dudiyê ye ji sala 2018an de, balafirên Rûsî navendên komên çekdar li Efrînê dikin armanc, ku cara yakê di dawîya meha borî de navenda koma Feyleq el-Şam li gundê Îska yê nahîya Şêrewa bombebaran kiribûn.

Herwiha tê zanîn ku hêzên Rûsî dema êrîşa Tirkî li djî Efrînê di 2018an de ji herêmê vekişiyabûn, ji wê çaxê de Tirkîyê bûbû serdest li herêmê û asîmanê wê.

Di heman mijarê de şopîner û şîrovekar dibînin ku ev êrîşên Rûsî pêkane rê li ber guherînekê di hevsengîya leşkerî de li herêmê veke, ku berî hevdîtina Putîn û Erdogan di dawî vê mehê de Rûsya dixwaze fişarê li Tirkîyê bike.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG