Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Efrînî yên Derbider Berê Xwe Didin Xwendingehê


Sala xwendinê ya nû li herêma Şehba destpê kir û zarokên Efrînî yên li vê deverê derbider in berê xwe dan dibistanan.

Jibo pêşwazîkirina sala xwendinê, komîteya perwerdeyê ku girêdayî Rêvebirîya Xweser e amadekarî kirine ku perwerde û rahênan jibo mamosteyan di havînê de pêk anîye.

Yek ji rêvebirên komîteya perwerdeyê Remedan Elî pirtir agahî parve dike.

“Di hersê qonaxên xwendinê de 16 hezar şagirt û xwendekar hene, jibo wan 67 xwendingeh hatine amade kirin, ji wan 5 di nava kampan de ne, herwiha hezar mamoste dê fêrkirin û perwerdeyê bikin,” wî ji Dengê Amerîka re got.

Derbarê zor û zehmetîyên rêveçûna pêvajoya fêrkirinê, Elî got ku pirtûk bi hêsanî peyda nabin, çimkî dever dorpêçkirî ye.

Malbatên hemû xwendekaran jî dest teng in û nikarin her tiştî jibo zarokên xwe yên diçin dibistanê dabîn bikin. Loma jî komîte hewl dide van tiştan pêşkêş bike.

Dîsa dûr ji dibistanên xwe û di nava rewşeke dijwar de zarokên Efrînî saleke nû ya xwendinê li derbiderbûnê destpê kirin.

Zarok bi zimanê xwe yê zikmakî, anku Kurdî, fêr dibin. Ev yek îro li hundir Efrînê qedexe ye, çimkî di bin destdanîna Tirkîyê û komên çekdar de, dersên Tirkî û Erebî tên dayîn, lê Kurdî tune ye.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG