Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

STJ: Bi Behaneya Karê Xêrxwazî Komgeh li Efrînê Tên Ava Kirin


Derbiderên Efrînî guhertina demografîk ya ku li bajarê wan çê dibe protesto dikin.
Derbiderên Efrînî guhertina demografîk ya ku li bajarê wan çê dibe protesto dikin.

Pêvajoya avakirina komgehan li Efrînê ji alîyê komên çekdar ve û di bin çavdêrîya serdestên Tirk de dewam dike, rêxistineke Sûrî dibêje.

Rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendî (STJ) eşkere kir ku destê çend rêxistinên xêrxwazî di vê kiryarê de heye.

STJ'ê ku navenda wê Parîs e da zanîn ku: “Rêxistina bi navê (Îhsan jibo Hawarçûn û Geşedanê) ligel koma çekdar ya bi navê (Semerqend) girêbestek pêk anîne jibo avakirina komgehekê li navçeya Cindirêsê.”

Projeya avakirina vê komgehê ji sala 2019'an de li Çiyayê Şewitî yê nêzî gundê Kefirsefrê ye, destpê kiriye, ku ji wê çaxê de daristana wî cihî bi zanebûn hatiye birîn û zemîn hatiye dûz kirin jibo avakirina 247 xanîyan li şûna wê.

Li gor STJ'ê di komgehê de mizgeft û xwendingeha ezberkirina Quranê heye, herwiha kesên lê tên bi cihkirin malbatên komên çerkdar in ku bi binpêkirina mafên mirovan sûcdar in.

STJ'ê herwiha eşkere kir ku: “Tevî rêxistina navborî, her du rêxistinên (Şam El-Xêr ya Mirovî) ku navenda wê dîsa Tirkîyê ye û (El-Rehmê El-Alamîyê) ya Kweytî, di avakrina komgeha li Kefirsefrê de beşdar in, ku destê wan her du rêxistinan berê jî di avakirina komgehekê de li Çiyayê Lêlûn hebû.”

STJ'ê dest nîşan kir ku avakirina komgehê bi erêkirina meclîsa xwecihî ya Efrînê ku Tirkîyê ew erkdar kiriye, herwiha di bin çavdêrîya walîyê Hatayê (Rehmî Dogan) de pêk tê.

Derbarê berpirsîya qanûnî ji ber vê kirinê, serokê STJ'ê Besam El-Ahmed ji Dengê Amerîka re axivî.

Besam el-Ahmed, rêvebirê rêxistina STJ.
Besam el-Ahmed, rêvebirê rêxistina STJ.

“Her alîyê destê xwe di avakirina komgehan de heye pirsyar e, di serî de rêxistinên ku bi bihaneya karê mirovî perepêdana avakirina komgehan dikin û di guhertina deomgrafîk de beşdar dibin.”

El-Ahmed got ku her welatê piştgirî dide pirsyar e: “Welatên rojavayî yên van rêxistinan dibexşînin divê karanîna pereyên ew pêşkêş dikin bişopînin, da ku nekevin xizmeta armancên sîyasî.”

Wî bal kişande ser rola Tirkîyê jî û wiha got: “Tirkîyê weke welatekî dagîrker ser axa Efrînê ye û divê bi pirsyarîyên xwe li gor qanûna navneteweyî rabe.”

Derbarê metirsîya berdewamkirina avakirina komgehan de Besam El-Ahmed got ku ev yek dibe sedema têkdana aştîya navxweyî û wiha dewam kir

“Derbiderên ji Efrînê îro bi çavî xwe dibînin çawa kesên xerîb li şûna wan di nava zevî, mal û milkê wan de tên bi cih kirin, kiryar dê bibe sedama alozîyên civakî di navbera gelê herêmê yên resen û yên hatine anîn.”

Herwiha El-Ahmed got: “Îro nasnameya herêmê tê guhertin, ku ev kiryar ne tenê li Efrînê pêk tê, lê li her dera ku Tirkîyê û komên çekdar derbazê bûne.”

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00
XS
SM
MD
LG