Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Efrînê Daxwaza Vegera Efrînê Dikin


Di salvegera êrîşa artêşa Tirkiyê û komên tundrê ya ser Efrînê de, zarokên Efrînê yên li herêma Şehba mangirtinek li dar xist.

Bi sedan zarok li kampa Fafînê kom bûn, pankart û siloganên vegera Çiyayê Kurmênc bilind kirin.

Çend zarokên tevlî çalakîyê bûyî, hesêtn xwe di vê rojê de anîn ziman û xwest di zûtirîn dem de vegerin mal û dibistanên xwe li Efrînê.

Zarokên Efrînê
Zarokên Efrînê

Çalakîya mangirtina zarokan ji alîyê komîteya piştgirîya derûnî di Heyva Sor ya Kurd de bi rê vê çû.

Endama komîteyê Hêvîn Şamyo got ku ji ber êrêşa Tirkîyê bi deh hezaran zarokên Efrînê ji malên xwe hatine koçber kirin, û ji dibistanên xwe hatine dûr xistin.

Hêvîn Şamyo
Hêvîn Şamyo

Şamyo ev bang kir: “Bangewazîya me ji hemû sazîyên mafên mirovan û parastina zarokan re heye; rewşa zarokên Efrînê ku di rewşeke kambax û dijwar de dijîn, berçav bigrin, ”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku sala par weke îro ango di roja 20 Rêbendanê de artêşa Tirk û komên tundrê êrîş anîn ser Efrînê, ku ji ber wê êrîşê bi sed hezaran Efrînî ji cih û warê xwe penaber bûne.

Gelek rêxistin û sazîyên hiqûqî û yên mafê mirovan ragihandibûn ku Tirkîyê berpirsyar e li dor binpêkirin û zêdegavîyên ku li Efrînê rû didin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG