Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Şûnwarên Efrînê di Semînerekê de Tê Gotûbêj Kirin


Kargirîya Şûnwaran bi alîkarîya Yekîtîya Reşenbîrên Efrînê semînereke şûnwarî li Şehba li dar xisitin.

Di semînerê de arkolocîst Selah Sîno panêlek da û dor cihên şûnwarî li Efrînê û girîngîya wan axivî, herwiha rewşa van cihan piştî destdanîna Tirkîyê û komên tundrê hate nirxandin.

Sîno bi wêne û dîmen dîyar kir ku zerareke mezin gihiştîye şûnwarên Efrînê, çi bi sedema topbaranê çaxê şer, yan jî piştî destdanîna ser Efrînê ku cihên dîrokî rastî dizîn û talankirinê hatine.

Dor vê semînerê rêvebira kargirîya Şûnwaran Asmehan Ehmed ji me re axivî: “Armanca semînerê em agahîyan dor rewşa şûnwarên Efrînê parve bikin û rewşa cihên şûnwarî nasbikin, bi taybet piştî êrîşa Tirkîyê ser Efrînê”.

“Di vê derbarê de emê daxuyenîyeke şermezarkirinê bidin bîra giştî û bang li alîyên navneteweyî dikin kiryarên Tirkîyê dij şûnwarên Efrînê rawestîne” Ehmed got.

Di semînerê de bi dehan rewşenbîr amade bûn, û nêrîn û helwesta xwe dor gavên pêwîst jibo parastina şûnwarên Efrînê parve kirin, roman-nivîs Idrîs Mamed hizra xwe di vê mijarê de ji me re şîrove kir.

“Çi êrîşa bixwaze miletekî qir bike, berî her tiştî ziman, çand û dîroka wî dike armanc, çimkî ew nîşaneyên hebûna wî gelî ser vê axê ne, loma divê em xwedî li şûnwarên xwe li Efrînê derkevin, ku rastî êrîşa Tirkîyê hatine û gilîyan li dozgerîyên navdewletî vekin sebî pirsyartî ji Tirkîyê bê xwestin”.

Herwiha Heyhan Elî girîngîya razberî ya şûnwaran tîne ziman, ku şaristanî û dîroka gelan di wan de veşartî ye, loma timî cihên şûnwarî li Kurdistanê tên armanc kirin.

Elî rola divê rewşenbîr pê rabin vedibêje: “Li kêleka êrîşa dijî gelê me û kuştina sivîlan, dewleta Tirk dixwaze dîroka me jî bikuje, û şaristanîya me ji nav bibe, loma ji rewşenbîran tê xwestin vê dîrok û şaristanîyê ji bîr nekin û bi pênûs û xebata xwe wan bidin nasîn”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di êrîşa xwe ya ser Efrînê de artêşa Tirk û komên tundrê çendîn cihên şûnwarî yên kevnar li Efrînê rûxandibûn yan jî hatibûn dizîn û talan kirin, weke Perestgeha Eyndarê, Keleha Nebî Horî, Kenîseya Jolyanos li Beradê û Mezargehên Êzîdî.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG