Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Îslamî Berê Zeytûnan li Efrînê Berhev Dikin


Li Efrînê çekdarên Îslamî yên bi ser Tirkîyê ve û niştecihên Ereb ku ji deverên Sûrîyê yên cuda li herêmê hatibûn bi cîh kirin, dest bi çinîn û berhevkirina mûsimê zeytûnan yên şênîya Efrînê kirine.

Li gor jêderên ji hundirê Efrînê û hin gundîyan ji me re ragihandin, çekdarên îslamî rê nadin cotkarên Kurd herin nav zevî û baxçeyên xwe û gefê li wan dixwin yan bacê lê ferz dikin. Herwiha wan destê xwe danîne ser mûsima zeytûnan û di nav xwe de parve kirine.

Ev kiryar di demekê de tên ku walîyê Tirk li Efrînê di belavokekê de meclîsên xwecihî bi rêvebirina mûsimê erkdar kiribû û ji gel xwestibû baxçe û berhema xwe radestî van meclîsan bikin.

Tevî ku di belavokê de ji çekdaran hatibû xwestin ku nêzî baxçeya zeytûnan nebin, komên çekdar guh nadin vê yekê û berûvajê pir caran bi piştgirîya leşkerên Tirk kiryarên xwe pêk tînin.

Di vê mijarê de hate zanîn ku çekdaran li gelek gundên Efrînê, berî ku ber bigîne û di tenan de zêt bigire, dest bi çinîna mûsimê kirine.

Li gundê Meydankê yê devera Şera koma çekdar ya bi navê “Sultan Murad” bêtir ji 80 darên zeytûnê yên welatîyê bi navê Qadir Ebdulrehman dawşandin û ber jibo guvaşgehên Ezazê hatîye birin.

Herwiha, li heman deverê şahidan ji Dengê Amerîka re ragihand ku nêzî 50 kesên Ereb ku çeker jî pêre bûn, mûsima zeytûnan li sêgoşeya gundên Qestel Cindo, Bafilûnê û Omeran berhev kirin.

Dema gundîyan hewil dan ku wan ji baxçeyên xwe dûrxînin û nehêlibin zeytûnan bidizin, wan gef li gundîyan xwarin.

Şahidan da zanîn ku gundîyan serî li qereqola artêşa Tirk ya li deverê dan û gilî kirin, lê ti encam derneket jiber ku destdanîna ser mûsiman li gundên deverê berdewam in.

Li devera Reco jî li gundên Zerka û Hopka çekdaran bac 2000 lîre jibo her dareke zeytûnê danîne da ku rê bidin cotkaran mûsima xwe biçinin û yê pereyan nedin qedexeya herin nav erdên xwe.

Ev kiryarên çekdaran di demekê de ne ku hîn agir bi daristan û baxçeyên Efrînê dikevin.

Hefteya borî dîsa bi dehan hektar li devera Xastîyan û Çîyayên Hawarê şewitîbûn û bi hezaran darên zeytûn û mêweyan li Cindirêsê ji alîyê artêşa Tirk û çekdaran ve hatibûn birîn û hilkirin.

Dîsa, li gundê Kurzêlê yê Deşta Cûmê çekdarê bi navê “Ebû Şeban” ku fermandarekî koma “Ehara El-Şam” e, dest danîye ser 2 hezar darên henarê û berê wan bi darê zora çekan ji xwe re berhev dike.

Li gundê Kurzêlê koma “Firqet El-Hemzat” welatîyê bi navê Salih Îbo revandiye û dest danînye ser baxçeya wî yê henaran.

Hêjayî gotinê ye ku li Efrînê dora 18 milyon darên zeytûnan hene û ew jêdera serekî ya jîyanê ye, lê piştî destdanîna Tirkîyê ya ser herêmê, dar rastî zararên mezin hatine.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG