Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leheng Oso: Pirtir ji 3000 Efrînî li Zîndanên Komên Çekdar Hene


Li herêma Efrînê zêdegavî û binpêkirinên di derheqê gelê sivîl de zêde bûne, li vê hêrêma ku di bin destê artêşa Tirk û komên çekdar de ye.

Rojane bûyerên girtin û revandinê hene, herwiha gefxwarina bi armanca standina pereyan weke fidya jî berdewam e.

Ev kiryar ji çendîn dezgeh û sazîyên bi mafê mirovan re têkildar in hatine belge kirin, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê (VDCNSY) dîyar dike ku hejmara Efrînîyên dîlgirtî ji 3000 kes zêdetir e.

Berdevkê navendê Leheng Oso agahî dibêje ku li her gundekî yan du gundan zindanek çêbûye.

"Hejmara kesên hatine girtin 3000 derbaz kiriye û di nav de çend kesitîyên naskirî û jin jî hene. Êşkence li girtîyan tê kirin, herwiha ev kiryar pir caran ji alîyê çekdaran ve bi dîmen tê kişandin û ji malbatên girtîyan re tên şandin bi armanca zextê bikin û pereyan bistînin."

Oso îdia dike ku Tirkîye û komên çekdar dixwazin guhertina demografî li Efrînê pêk bînin û nasnameya wê ya Kurdî ji holê rakin.

Li gor Oso zordarîyake mezin li Kurdên Êzîdî dibe, çimkî Êzîdîyên Efrînê xwedîyên çanda herêmê ya resen in.

Oso dest nîşan dike ku berpirsîya kiryarên li Efrînê diqewimin dikeve stûyê Tirkîyê, çimkî ew li gor zagonên navdewletî li herêmê serwer e:

“Êrîşa bi ser Efrînê de hat, ji alîyê Tirkîyê ve bû, wê ev şer peyda kir û çekdar di sînorê xwe re derbaz kirin, loma ew berpirs e”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji dema destdanîna Tirkîyê ser Efrînê de kiryar û zêdegavîyên komên çekdar dijî gelê herêmê berdewam in. Rêxistina Amnesty International ev binpêkirin belge kirbûn û di raportekê de weşandibûn.

Herwiha Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) bal kişandibû ser van binpêkirinan û herî dawî Neteweyên Yekbûyî jî dest nîaşn kiribû ku li Efrînê gelek binpêkirin û fişar li ser gelê herêmê tê meşandin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG