Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Tunekirina DAIŞ’ê Efrînî Dixwazin HSD’ê Berê Xwe Bide Herêma Wan


Penaberên Efrînê yên li herêma Şehba dimînin, bi serkeftina Hêzên Sûrîya Demokrartîk (HSD) ya li Baxozê kêfxweş in, û bi hêvî ne ew hêz piştî tunekirina DAIŞ’ê berê xwe bide Efrînê û herêmên rojavayê Firatê.

Zozan Mihemed serkeftina HSD'ê li gelê Kurd pîroz kir û bîrên xwe wiha parve kirin: “Em dixwazin HSD’ê Efrînê rizgar bike, da ku em vegerin warê xwe li ser malên xwe, çimkî komên tundrê li Efrînê ji DAIŞ'ê ne cuda ne”.​

Efrînîyê bi navê Mihemed Ebdo dibîne ku serkeftina HSDê serkeftina hemû Kurdan e, û di wê bawerîyê de ye ku: “Jibo tunekirina temam ya DAIŞ'ê divê welatên koalisyonê piştgirîya HSD'ê bikin da ku berê xwe bidin herêmên din li bakurê Sûrîyê, nemaze Efrînê”.

Her wiha Îslam Îbiş jî di heman bawerîyê de ye ku cîhan tevde deyndarê Kurdan e.

Mihemed vê daxwazê dike: "Divê koalisyon li HSD'ê xwedî derkeve, çimkî wan ji ber mirovahîyê ve şerê terorê kirine û bi hezaran pakrewan dane".

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Sûrîya Demkokartîk (HSD) bi piştgirîya koalisyona navdewletî di roja 23ê Adarê de tunekirina DAIŞ'ê li rojhilata çemê Firatê ragihandibû, ku ev yeka han weke rojeke dîrokî bû jibo gelên Bakur û Rojhilata Sûrîyê

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG