Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Efrînê Bi Xemgînî Pêşwaziya Cejna Qurbanê Kir


Di rewşeke dijwar û di nava zehmetîyan de penaberên Efrînê ku li herêma Şehba ne pêşwaziya cejna qurbanê kir.

Gelê derbider di şeva cejnê de serdana mezargeha goristana cangorîyan kir û mûm pêxistin, di sibeha cejnê de jî serdana goran kir û kulîlik danîn ser, piştre cenja hev pîroz kir û şekir belav kirin.

Penaberan cudahîya pîrozkirina cejnê anîn ziman, ku li Efrînê bi dilşadî rojên cejnê di nava xizm û dostan de diqedandin.

Wan xemgînîya cejnê li penaberîyê parve kir, ku hêvîya wan tenê vegera cih û warên xwe ye.

Hêjayî gotinê ye ku Heyva Sor ya Kurdî bi boneya cejna qurbanê goştê qurbanê li penaberan belav kir, her wiha jibo zarokan jî dîyarî pêşkêş kirin û dê hejmarek çalakîyan jî di çar rojên cejnê de li dar bixe.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00

XS
SM
MD
LG