Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka MSD'ê Mijarên Girîng li Bakurê Sûrîyê Dinirxîne


Emîne Omer
Emîne Omer

Hevseroka Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Emîne Omer di hevpeyvîneke taybet de rojeva dawî û mijarên girîng derbara Efrîn û herêmên Kurdî li Bakurê Sûrîyê nirxandin.

Omer lihevkirina Amerîka û Tirkîyê li ser herêma ewle anku mîkanîzmeya ewlekarî li bakurê Sûrîyê erênî dibîne.

“Lihevkirin baş e, ku gefên Tirkîyê tên seknandin, herwiha rê li ber şer tê girtin û rêya diyalogê tê vekirin, ya girîng jibo me projeya me ya Rêvebirîya Xweser weke xwe dimîne”.

Omer got mîkanîzmeya ewlekarî qonaxa yekê ye ji lihevkirina di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Amerîka û Tirkîyê de.

Wê ragihand ku di qonaxa duyê de gavên sîyasî tên avêtin: “Vîtoya Tirkî li ser beşdarbûna me di pêvajoya çareserîya sîyasî de divê nemîne”:

Herwiha li dor cihê Efrînê di van gavên sîyasî de Omer ev agahî dan: “Di dema pêş de xebat jibo peydakirina zemîna vegerandina Efrînê bi rêbazên sîyasî tê hazir kirin, çimkî bi rêyên leşkerî zehmet e”.

Di bersîva pirsekê de, gelo ti fişarên Amerîka li ser wan hene da ku mijara Efrînê nekin rojeva danûstandinan? Omer helwesta Amerîka zelal kir û naveroka hevdîtinên xwe bi alîyên cuda re parve kir.

“Tu fişar jibo destberdana ji Efrînê bi fermî li ser me tune ne, nûnerê Amerîka jibo Sûrîyê balyoz James Jeffry ji me re got ku di qonaxa bê de nîqaş li ser doza Efrînê tê kirin”.

Girêdayî hewlwesta Rûsî ji mîkanîzmeya ewlekarî û pêşhateyên Bakurê Sûrîyê, Emîne Omer ragihand: “Şandeke MSDê berî 2 hefetyan serdana Mosko kir, lê alîyê Rûsî tiştekî nû ji me re pêşkêş nekirin, ew tenê dixwazin rejîm vegere weke berê sala 2011'an”.

Her di derbara paşeroja herêmê de û dîyaloga di navbera Rêvebirîya Xweser û hikûmeta Sûrî de, hevseroka MSD'ê got ku tensîqeke leşkerî û ewlehî bi rejîmê re heye, lê ew ne amade ye ku bighîne çareserîyeke sîyasî.

“Rejîm di wê bawerîyê de ye ku Tirkîye dê êrîş bike û emê lawaz bikevin û teslîm bin, ku neçarî şert û mercê wî bibin, lê em vê yekê napejrînin”.

Hêjayî gotinê ye ku Meclîsa Sûrîya Demokratîk sîwana sîyasî ya HSD'ê tê dîtin, herwiha serpereştîya Rêvebiriya Xweser ya Bakur û Rojholata Sûrîyê dike, ku ji sedî 30 coxrafîya Sûrî di destê wê de ye.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG