Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Bilo: Artêşa Tirkiyê Navneda Bajarê Efrînê Topbaran Dike


Artêşa Tirkiyê û çekdarên rikeberiya erebî yên alîgirên wê, êrîşên xwe li ser Efrînê û gundewarên wê berdewam dikin, ku di encamê de ziyaneke mezin gîhandiye xelkên sivîl û jiyana wan xistine bin metirsiyê de.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mihemed Bilo re kir, ku ew ta nuha li navneda Efrînê dimîne, da ku rewşa dawî ya êrîşan zelal bike.

Bilo tîne ziman, ku rewş pir metirsîdar bûye û gefek mezin li jiyana xelkên sivîl dibe.

Ew dibêje: "Tirkiyê û alîgirên wê dixwazin bajarê Efrînê dorpêç bikin, ji ber wê ew bi girsayî êrîşên xwe ji aliyê başûr û rojhilatê Efrînê bihêztir kirine."

Di derbarê rewşa sivîlan de, wî got rewşa xelkê Efrînê û gundewarên wê di bin metirsiyê de ye, him ji ber êrîşên firok û topan, him jî ji ber kêmbûna pêdeviyên jiyanê.

Di dwaiyê de birêz Bilo got, ku rê li ber xelkê Efrînê pir teng bûye û nizanin bê wê rewş çawa be, di bin vê bêdengiya cîhanî de.

Hevpeyvîna Mihemed Bilo-3-10-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG