Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Topbarana Tirkiyê de li Efrînê 4 Sivîl Birîndar Dibin


FILE - Turkish soldiers are seen in the center of Afrin, Syria, March 24, 2018.
FILE - Turkish soldiers are seen in the center of Afrin, Syria, March 24, 2018.

Artêşa Tirk roja Înê careke din gundên Sixonekê, Aqîbê, Meyasê û Zerneyîtê yên devera Şêrewa ya Efrînê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zerareke mezin gihişte mal û mulkê gundîyan, her wiha yek jê zarok û didu jî jin in, 4 kes birîndar bûn, birîndar jibo nexweşxana Avrîn hatin rakirn.

Navên kesên di topbaranê de birîndar bûne ku hi heman malbatê ne wiha ne, Kîbar Berekat (50 sal), Remzî Berekat (30 sal), Sozan Elîko (23 sal), û zarokê yek salî Mervan Berekat.

Her di vê navberê de û li gundê Kîmarê ku li heman deverê ye anku li Şêrewa ye, navendeke artêşa Tirk bi rokêtan hate armanc girtin. Li gor jêderên herêmî di vê êrîşê de ku hîn tu alîyan negirtiye ser xwe hejmareke zêde serbaz û leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne.

Jêderan da zanîn ku 4 firokeyên apaçî yên artêşa Tirk li jor deverê firiyane û kuştî û birîndarên artêşa Tirk veguhestine bajarê Kilis, ku dîmenên wan li ser torên civakî hatine belav kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku gundên devera Şêrewa yên navborî her demekê ji alîyê artêşa Tirk û komên çekdar ve tên topbaran kirin, loma zerar dighîne gundîyên sivîl.

Her wiha tê zanîn ku ev gund li jêr kontrola hêzên rejîma Sûrî û milîsên bi ser Îran û Rûsya de ne.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG